Ji ber topbarana dewleta Tirk Rîham Îsmaîl felc bû

"Topên ku li ser gundê me, bû sedem ku keça min bi temamî astengdar bimîne", bi van gotinan dayika zaroka bi navê Rîham Îsmaîl çîroka felcbûna keça xwe vegot.

Zaroka bi navê Rîham Îsmaîl derbasî beşê 3`emîn a kampa koçberên Girê Spî bû. Kamp beriya du rojan ji bo pêşwazîkirina malbatên ku ji ber êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 9`ê Mijdara 2019`an dest pê kir, fireh bû.

Samiya Mihemed diyar kir ku ji ber topbarana dagirkeran keça wê Rîham Îsmaîl (10) felc bûye. Dayikê çîroka wê wiha got: "Dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî gundewarên kantona Girê Spî bûn û ji ber topên ku bi ser gundê me de dibariyan, keça min birîndar bû û piştre felc bû."

Rîham Îsmaîl li gundê Sebih Cefar ê rojavayê başûrê kantona Girê Spî dima. Gundê wan niha di nava gundên xetên şer bi dewleta Tirk re ye,  lê hemû şêniyên wê ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê, koçber bûne.

Samiya wiha axaftina xwe domand: "Dema ku em ji gundê xwe koçber bûn min dît ku keça min zêde ji topbaranê ditirse. Germahiya laşê wê zêde bû û tevgera organên laşê wê bi awayekî mezin hate guhertin."

Tevî ku malbata wê ew birine gel gelek bijîşkên bajarê Reqayê lê rewşa tenduristiya wê baş nebû, ji ber wê jî keça xwe birin Şamê. Rîham piştî 8 mehan ji dermankirinê tu başbûn pêre çênebû û bijîşkan ji malbata wê re got ew ê di vê rewşê de bimîne.

Rîham Îsmaîl bi malbata xwe re piştî ku ji gundê xwe derketin koçberî gelek deveran bûn. Berê xwe dan Eyn Îsa û El-Cirniyê ji ber nikarîbûn kiriya mala ku têde diman bidin.

Rêveberiya kampa koçberan a Girê Spî beriya çend rojan û piştî ku xebatên firehkirinê sêyemîn ji kampê re, dest bi pêşwazîkirina 500  malbatên din kir. Niha jî 3 hezar û 530 koçber di kampê de dijîn.

 (bx)

ANHA


Mijarên Din