Ji ber topbarana artêşa Tirk li Til Temirê agir bi malan ket

Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundewarên navçeya Til Temirê, agir bi malên sivîlan ket.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva berê gundê Ebûş ê bakurê Til Temirê, Mesleta û Qebir El-Sexîr ên li başûrê navçeya Zirganê li ser rêya Til Temirê topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên navborî hedef girtin û di encamê de gelek malên sivîlan şewitîn.


Mijarên Din