Ji ber topbaranê ziyan gihişt avahiya Gerînendetiya Kehrebê ya Eyn Îsayê

Endama Rêveber a Gerînendetiya Kehrebê ya navçeya Eyn Îsayê Bêrîvan Şêxo da zanîn ku artêşa Tirk avahiya gerînendetiya kehrebeyê topbaran kir, da ku ziraran bigihîne binsaziya navçeyê û welatiyan ji xizmeta kehrbeyê bê par bihêlin.

Artêşa Tirk a dagirker duh bê ser û ber êrişî navçeya Eyn Îsayê û mala sivîlekî topbaran kir. Di encamê de dayikek û du zarok birîndar bûbûn û top li gerînendetiya kehrebeyê ya navçeyê ketinbûn. Ji bo topbarana li ser gerînendetiyê zirarên madî çêbûbûn.

Têkildarî mijarê endama Rêveber a  Gerînendetiya Kehrebê ya navçeya Eyn Îsayê Bêrîvan Şêxo axivî û got ku dema karmend serê sibê hatin ser karê xwe, artêşa Tirk a dagirker ew kirin armanc.

Bêrîvan Şêxo anî ziman ku artêşa Tirk rasterast avahiya gerîndetiyê kir armanc, ji ber  wê zirar gihaşt depoyê sotemeniyê. Her wiha destnîşan kir artêşa Tirk bi van êrişan dixwaze binsaziya navçeyê xerab bike û welatî ji ji vê xizmetê bê par bimînin.

Endama Rêveber a  Gerînendetiya Kehrebê ya navçeyê Bêrîvan Şêxo di dawiya gotina xwe de bang li civaka navneteweyî kir, ku dawî li sûcên artêşa Tirk a dagirker pêk tîne, bîne.

Vê sibê artêşa Tirk 3 malên li taxa rojava ya Eyn Îsayê û gerînendetiya li navçeyê kirin armanc.

(eh)

ANHA


Mijarên Din