‘Ji ber siyaseta hikumeta Sûriyê, li Şehbayê krîza mazotê derketiye’

Li kantona Şehbayê pirsgirêka tunebûna mazotê û buhabûnê heye. Ji ber wê gelek ajokarên xetên di navbera gund û navçeyan de kiriyên çûn û hatinê zêde kirin. Endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê got: “Heger hikumeta Sûriyê ev siyaseta xwe bidomîne dê aloziyek li ser tevahiya astan derkeve.”

Piştî ku Qanûna Qeyser kete meriyetê, li gel berdewamkirina hikumeta Sûriyê dorpêçêkirina kantona Şehbayê û girtina deriyan, li kantonê aloziya peydakirina mazotê çêbûye.

Hikumeta Sûriyê ji bo derbaskirina erebeyên madeyên xwarin, tenduristî û sotemeniyê  ji kantonê re baçên biha ferz dikirin. Ev têrê nekir, ji 2`yê Hezîranê ve derbasbûna madeyên xwarinê ji kantonê re bi temamî qedexe kir.

Li rex wê jî li kantonê pirgirêka peydakirina mazotê derketiye holê. Di encamê de hinek erebeyên veguhestina giştî û taybet di navbera navçe û gundên kanotnê de rawestîn. Ev jî rastî nerazîbûna şêniyên kantonê hat.

Lîtreya mazotê jî buha bû û gihaşt 600 lîreyên Sûriyê. Lê eger peyda bibe. Berê her lîtreyek bi 250 lîreyên Sûriyê bû.

Ajokarên erebeyên veguhestinê (otobus) kiriya çûn û hatinê bi rêjeya 100 lîreyên Sûriyê ji kiriya bingehîn zêde kirin.

Heger ev pirsgirêk dirêj bide, dê tevahiya ceneratorên avê, kehrebe, firin û amûrên çandiniyê rawestin.

Derbarê mijarê de endamê rêveber ê Komîteya Sotemenî Ebdulhenan Şêxo ji ANHA`yê re axivî û got: "Ji mehekê ve aloziya mazotê heye. Sedem jî qutbûna rêya di navbera Heleb û kantona Şehbayê de ji hêla Tugeya 4`an ve ya girêdayî hikumeta Sûriyê. Ev ne cara yekê ye ku pirsgirêka peydakirina mazotê li kantonê çêdibe. Ji ber pirsgirêkê şênî zehmetiyên mezin dikişînin. Ji ber ku şêniyên Efrînê yên ku li kantonê bi cih bûne, tevî şêniyên kantonê mazotê di çandiniyê de bikar tînin. Di encama vê pirsgirêkê de erebeyên veguhestinê di nava kantonê de rawestîne.”

Şêxo wiha domand: "Em hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin û daxwazên şêniyan bînin cih. Ev mijar bi aliyên têkildar re hate nîqaşkirin."

Girêdayî heman mijarê ajokarê bi navê Ebdulrehman Beşîr got: "Beriya vê aloziyê bihayê lîtreya mazotê 250 lîreyên Sûriyê bû. Lê îro bûye 600 lîreyên Sûriyê û peyda nabe. Lewra em neçar man kiriyên çûn û hatinê bilind bikin. Berê 100 otobusên biçûk dixebitîn. Niha tenê 25 heta 30 otobus dixebitin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din