Ji ber şewitandina bermahiyên zeviyan, ziyanên mezin çêbûn

Li gundên herêma Beravê ya Dêrikê, ji ber şewitandina bermahiyên zeviyên çandiniyê gelek ziyanên madî çêbûn.

Li gundên Til Darê û Rîhanîk şivanan agir bi bermahiyên zeviyên çandiniyê xistin, di encamê de medceneyek û hingarek bi temamî şewitîn, her wiha ziyarên mezin gihaştin baxçeyên rez û fêkiyan.

Xwediyê baxçe Ronî Sadiq ji ANHA'yê re got: "Ez li Dêrikê bûm, zarokên min bi min re axivîn gotin di hingar û baxçe de şewat çêbûye, yekser ez bi beşê agirkujiyê re axivîm. Dema  agirkujî gihaşt, medcene bi temamî û alavên çandiniyê şewitîbûn. Ziyanên mezin gihaşt daran û xertûmên ku buhayê wê qasî du milyon lîreyên Sûrî bû."

Sadiq bang li aliyên têkildar kir ku alîkariyê pêşkêş bikin hejmara agirkujiyê li herêmên çandiniyê zêde bikin.

Xebatkarekî Heyva Sor a Kurd jî got, ew 24 saetan amade ne, da ku di rewşên şewatan de alîkariyan pêşkêş bikin. Her wiha anî ziman ku alîkar dan jinekê ku ji ber şewatê nefesa wê çikiya bû.

Şêniyên gundê Rîhanîk bang li aliyên têkildarî kir ku tedbîrên hişk bigirin da ku nehêlin şewat derkevin.

Beriya çend rojan li gundên navçeya Amûdê jî ji ber şewitandina bermahiyên çandiniyê agir bi stûnên kehrebeyê keibûn û kehrebe li ser dehan gundan qut bibû.

Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê bang kiribû ku bermahiyên zeviyên çandiniyê neşewitînin.

ANHA


Mijarên Din