Ji ber êrîşên Tirkiyê 102 zarok astengdar bûne

Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser kantona Efrînê, gelek komkujî pêk anîn. Di encam de bi sedan şênî şehîd bûn û bi hezaran şênî ku piraniya wan jin û zarok bûn, birîndar bûn. 102 zarokên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk bi awayekî dayîmî astengdar bûne.

Bi sedan sivîl di nav de jin, mêr û zarokên kantona Efrînê, ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û topbarana balafirên wê astengdar bûn û êdî nikarin mîna berê bijîn.

Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk di sala derbasbûyî de 102 zarokên Efrînê ji ber astengdariyên şer zehmetiyan dikşînin.

Cureyên astengdariya zarokan ji hev cuda ne. Hinek bi awayekî dijwar di serê xwe de birîndar bûne. Ew jî bandor li mêjî û sinir kiriye ji ber wê yan ji aliyê mejî yan jî ji aliyê bedenî ve astengdar bûne. Hindek din jî çavên xwe winda kirine. Hinek jî yan mil an jî lingên wan gut bûne. Di laşê hinek zarokan de parçeyên çekan hene.

Li gorî serjimariya Heyva Sor a Kurd, astengdariyên zarokan wiha ne: Ji bilî astengdariya derûnî, 21 kes ji serî, 19 ji ling astengdar in û yên din di navbera astengdariya dest û korbûnê de, ne.

Li gel paşguhkirina pêşkêşkirina alîkariyan ji bo dermankirina astengdaran, Heyva Sor a Kurd hindek derman peyda dike yan jî di aliyê fîzîkî de zarokan derman dike.

Hejmarek gelek kêm hatine dermankirin

Piştî ku hindek zarok bûn mijarên çapemeniyê bi awayek kêm alîkarî bi wan re hatin kirin.

Elya Mistefa (12) ji ber bermahiya bombeyekê artêşa Tirk a dagirker çavê xwe winad kir. Ebdulqadêr Cuma her du çavdên xwe ji ber bermahiyên moşeka dagirkeriya Tirk winda kirin. Ev her du zarok di nav bi dehan zarokên Efrînê de yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk bi awayekî dayîm astengdar bûne.

Haletên bê hêvî

Yek ji endamê rêveberiya Heya Sor a Kurd tekez kir ku ew ji dermankirina hindek haletan bê hêvî ne. Mînakên wê jî haletên zarokên ku di seriyê xwe, yan jî di piştê de brîndar bûne.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din