Ji ber êrişên dewleta Tirk bi hezaran hektar nehatin çandin

Bi gurkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, dewleta Tirk cotkaran dike armanc û nahêle erdên nêzî sînor werin çandin, ji ber vê yekê êş û azara cotkaran zêde dibe.

Bi dirêjahiya 450 km ji erdên çandiniyê yên di navbera çemên Firat û Dîcleyê de yên li hemberî sînorê Sûriye-Tirkiyê, cotkarên nêzî sînor ji ajotin û çandina erdê xwe bê par dimînin.

Di heman demê de bi hezaran cotkarên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî piştî ji ber êrişên dewleta Tirk ji malên xwe derketin, ji çandina erdê xwe bê par man.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piranî herêmên çandiniyê ne. Tê zanîn ku di werza havînê de piraniya xêr û bêran hatin şewitandin û niha jî pirsgirêkên din derketin, di encamê de cotkar ji hilberîna çandiniyê bê par dimînin. 

Mehmûd Ebû Elî ji gundê Eşkift e ku 6 km dikeve rojavayê kantona Kobanê, tevî rewşa şer israra çandina erdê xwe dike.

Mehmûd wiha anî ziman: “Ez xwedanê vî erdî me, dê tu kelem li pêşiya çandiniya erd tune bin, lê belê ew hin gund hene nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ne û artêşa Tirk nahêle erdên xwe biçînin.”

Cotkar Hisên Hemed Melhê ji gundê Xorxorcî ye ku 18 km dikeve rojavayê kantonê. Ew jî nerehetiya xwe der barê qedexekirina artêşa Tirk ji çandiniya erdê xwe û yên cotkaran din re anî ziman. Hisên diyar kir ku piraniya van erdan ji ber gulebaranê nikarin nêzîkî wan bibin.

Ev jî ji ber çeteyên DAIŞ û El-Nusra yên ku bi navê artêşa Wetenî têne naskirin piştî êrişên artêşa Tirk li ser herêmê, dexl û danên welatiyan û rêveberiyê ji bo çandiniya vê salê rakiribûn, dizîn.

Cotkarên Bakurê Sûriyê her sal wekî vê demê dest bi çandina hilberînên wekî genim û ceh dikin, ji ber piraniya welatiyên herêmê debara xwe bi van hilberînan dikin.

Lê belê dewleta Tirk cotkarên nêzî erdê xwe dibin da ku biçînin, dike armanc. Ji ber êrişên li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî cotkar nikarin erdê xwe biçînin û di dawiyê de ji bajarên xwe derketin, ji ber vê yekê artêşa Tirk li Bakurê Sûriyê ziyaneke mezin gihand çandiniyê û rewşa aborî li Sûriyê û debara şêniyên dê zehmet be. Her wiha li beramberî vê yekê civaka navdewletî bê deng e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din