​​​​​​​Ji ber qutkirina ava Firatê nexweşî belav bûne

Dewleta Tirk a dagirker qutkirina para Sûriyeyê ya ava Firatê didomîne û encamê de çem zuha û qirêj bûye. Qirêbûna ava çem jî bûye sedema belavbûna nexweşiyan.

Dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê didomîne û encamê de çem zuha û qirêj bûye. Ev yek jî bûye sedema belavbûna nexweşiyan.

Navendên tenduristiyê yên li qiraxa çemê Firatê rojane bi sedan kesên ku ji ber qirêjbûna ava çem nexweş dikevin pêşwazî dikin.

Şêniyên navçeya Qenayê ya 30 kîlometreyan li rojavayê bajarê Kobanê û li ser çemê Firatê dikeve di vexwarin û avdana baxçeyan de xwe dispêrin ava çemê Firatê. Navenda Tenduristiyê ya Qenaya rojane ji 6 heta 8 kesên ku ji ber qirêbûna ava çem bi jehrî dikevin pêşwazî dike.

Li navçeyê şebekeyê ava vexwarinê tune ne û ava bîran jî şor e ku ji bo vexwarinê nabin, lew ra şênî neçar dimînin ava Firatê bi sahrîcan bikişînin û ji bo vexwarin û karê malê bi kar bînin.

Di salên dawîn de ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rêjeya ava çem kêm bû û di encamê de ava wê qirêj bû ku bandor li tenduristiya şêniyên derdorê kir.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/09/185431_-.jpg

Rêveberê Navenda Tenduristiyê ya navçeya Qenayê Dr. Omer Feyad Ehmed ji ajansa me re axivî û got, pirsgirêka mezin ew e ku dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut dike û qurkirina avê jî bandor li çandiniyê û ava vexwarinê dike. Ehmed destnîşan kir ku piraniya nexweşên ku ji ber qirêjbûna avê serî li navenda tenduristiyê didin, verdirşin û navên wan diçe. Her wiha got par nexweşiya Kolerayê belav bibû.

Ehmed bang li şêniyan kir ku ava çem bi dermanan dezenfekete bikin an jî baş bikelînin heta ku paqij bibe.

Dr. Omer Feyad Ehmed wiha zêde kir: “Ji ber kêmbûna rêjeya avê  ku pê re saetên pêxistina kehrebeyê li herêmê kêm bûye, şênî xwarinê di beradan de dihêlin da ku piştre bixwin, lê belê ji ber tunebûna kehrebeyê xwarin xerab dibin û di encamê de rewşên jehrîbûnê çêdibin, ji ber wê jî divê xwarin yekser bê xwarin û zêde nemîne.”

Li gorî agahiyan, Navenda Tenduristiyê ya Qenayê mehane zêdetirî 300 rewşên jehrîbûnê ya ji ber qirêjbûna avê pêşwazî dike

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/09/185352_-.jpg

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya kantona Kobanê Eladîn Kino Eto anî ziman ku di meha Gulana borî de 391 rewşên jehrîbûna avî hatine belgekirin, piraniya wan ji deverên derdora çemê Firstê wek navçeya Sirîn û ya Qenayê ne. Her wiha destnîşan kir ku di Nîsana borî de 719 rewşên jehrîbûna avî hatin belgekirin. Eto diyar kir ku bi hatina havînê re rewş her diçe xerabtir dibe.

Li gorî peymana sala 1987'an a di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin, para Sûriyeyê ya ava Firatê di saniyekî 500 mîtrekab e, lê dewleta Tirk ava çem wekî çekekê li dijî gelê Sûriyeyê bi kar tîne, di saniyekî kêmtirî 200 mîtrekab av dide Sûriyeyê.

Ji ber qutkirina ava Firatê rêjeya ava golên li paş bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm bûye, di encamê de jî saetên pêxistina kehrebeyê kêm bûne û pê re avdana zeviyên çandiniyê û baxçeyan jî zehmet bûye. Ji wê zêdetir ava çem qirêj bûye û bûye sedema belavbûna nexweşiyan. Di havîna 2022'yan de bi dehan kes ji ber qirêjbûna ava çem bi kolerayê ketin.

Wê demê, koordînatorê Neteweyên Yekbûyî (NY) û koordînatorê karên mirovî li Sûriyeyê Umran Rîda destnîşan kir ku sedema belavbûna nexweşiyan qirêjbûna ava Firatê ye.

(mh)

ANHA


Mijarên Din