Ji ber qirêjbûna ava Firatê şêniyên gundewarên rojavayê Kobanê nexweş dibin

Hîna şêniyên gundên li qiraxa çemê Firatê ji ber siyaseta Tirkiyê ya kêmkirina rêjeya ava Firatê, azaran dikişînin. Ji ber wê yekê ava çem qirêji bûye û gelek rewşên nexweşiyê di nava şêniyan de derketine.

Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû rêbazan dewam dike. Tirkiyê wekî ku stasyona Elûkê ji xizmetê derxist, bi kêmkirina rêjeya ava Firatê şêniyên herêmê şantaj dike. Ji ber wê yekê gelek pirsgirêkên wekî qutbûna elektrîkê derketin. Ji ber rawestandina çemê Firatê çend mehan, çem qirêj bû û şêniyên gundên rojhilatê Kobanê azaran ji ber wê yekê dikişînin.

Kêmkirina rêjeya ava çem ji aliyê Tirkiyê ve û rawestandina wê çend mehan, hişt ku golên avê yên qirêj çêbibin û çem biba çavkaniyeke nexweşiyan.

Şêniyên gelek gundên li rojhilatê çemê Firatê ku li rojavayê bajarê Kobanê ne, ava vexwarinê ji çemê Firatê peyda dikin. Lê belê ji ber qirêjbûna avê, gelek kes jehrî bûn.

Henîf Ehmed ku yek ji endamên kadroyê perwerdeyê li Navenda Tenduristiyê ya Navçeya Qinê ya rojavayê Kobanê  ye, dibêje: "Mehane ji ber ku xweşûştin an vexwarinê vê ava qirêj, ji 200 heta 300 rewşên jehrbûn û zikêşiyê tên navenda tenduristiyê."

Ehmed wiha dewam kir: "Şêniyên hin gundên din xezanên xwe yên avê tijî kirin, me hebên kilorê da wan da ku bixin nava avê. Lê belê hinekan ji wan nekir. Em hîna van heban belav dikin, ku şêniyan ji jehrbûnê dibparêze."

Henîf Ehmed bang li şêniyan kir ku avê paqij bikin piştre vexwin anku hebên kilorê bixin nav avê, da ku ji ber qirêjbûna avê jehrî nebin û bi nexweşiyan nekevin.

Golên avê ku ji ber daketina rêjeya avê çêbûne, sedema sereka a qirêbûna ava çem in, ku dihêle zarok bi taybetî bi gelek nexweşiyên wekî zikêşî û hesasiyeta çerm bikevin.

Şêniyekî gundê Bîr Lûs yê bi navê Lamo Elî wiha got: "Em çûna çemê Firatê da ku masiyan bigirin. Min texmîn kir ku av qirê bûbe, lê belê min nizanî ku keça min a 2 salî dê bi hesasiyeta çerm bikeve. Bijîşkê ku min keça xwe biriye cem tekez kir ku hesasiyet ji ava qirêj çêbûye."

Lamo Elî bang li şêniyan kir ku di vê demê de ji ava çemê Firatê baldar bin.

Girêdayî heman mijarê, rêveberê Dayîreya Avê ya navçeya Pêndir a rojavayê Kobanê Mehmûd Çol Begî wiha got: "Em hewl didin projeyeke berfirekirin û amadekirina ava herêma Til El-Eber ava bikin. Ev proje dê avê bigihîne gundên ku ava vexwarinê lê tune ye."

Çol Begî wiha domand: "Şênî avê yekser ji çem dadigirin û vedixwin, ev şaş e. Rêveberiyê hebên kilorê li şaredariyan belav kir da ku şêniyan ji nexweşiyê biparêze. Lê şênî wan tedbîran paşguh dikin."

Her wiha destnîşan kir ku ava ji pompeyên wan derdikeve li ser gelek beşan tê paqijkirin û ji bo vexwarinê amade dibe. Lê belê ava ji çemê Firatê dadigirin qirêj e û nexweşiyan çêdike.

Çol Beg diyar kir ku wê di çend mehan de projeyên taybet bi wan gundan bi dawî bikin û destnîşan kir ku ji ber ziyana di binesaziyê di dema serweriya hikumeta Sûriyê de çêbûye, xebat heta niha dereng maye.

Saziyên Rêveberiya Xweser hewl dide şêniyan ji siyasetên dermirovî yên hikumeta Tirk biparêze. Di wê çarçoveyê de hebên kilorê belav dike, xezanên avê bê pere dezenfekte dike û hewl dide di demeke nêz de tora avê bigihîne zêdetirî 153 gundên rojavayê Kobanê. Rêveberî bi hemû hêza xwe hewl dide ku van pirsgirêkên ku bûne sedema azarên gel, çareser bike.

cx

ANHA


Mijarên Din