Ji ber mazota diziyê çeteyan li hev xist: 15 mirî-HATE NÛKIRIN

Şevê din li navenda gumrikê ya Serêkaniyê ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji xwe re kiriye baregeh, teqînek pêk hat. Hate zanîn ku teqîn ji ber nakokiya parvekirina mazotê ya di navbera çeteyan de pêk hatiye.

Şevê din  li navenda gumrikê ya Serêkaniyê ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Firqet Sultan Murat ku ji xwe re kiribû baregeh, teqînek pêk hat. Çavkaniyên herêmî ragihand ku di teqînê de 15 çete mirine û gelek jî birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku çeteyên koma bi navê Firqet Sultan Murad mazota bajêr didizin û li gumrikê kom dikin, ji ber vê  yekê di navbera çeteyan de tevlihevî derketiye û di encamê de di navbera wan de şer derketiye û teqîna li navenda gumrikê di encama vî şerî de çêbûye.

Her wiha hate diyarkirin ku şewata di dîmenan de xuya dike, ya mazotê ye ku ji hêla çeteyên Sultan Murad ve hatiye dizîn.

ANHA

 


Mijarên Din