Ji ber barîna zêde ya baranê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lehî rabû, di encamê de pirê El Şahir hilweşiya û rêya di navbera Reqa û Dêrazorê de qut bû.
Pira El Şahir 35 kîlometera ji navenda bajêr dûr e. Di navbera bajarokên El Cidîdat û El Ehwes ên herêma El Keramê ya rojhilatê Reqayê de ye û li ser rêya di navbera Reqa û Dêrazorê de ye.
Şaredariyên Gel ên bajarokên Cedîdat û El Ehwes hewl dide ku bi lez tedbîran bigirin da ku rêyeke din peyda bikin heta ku pira sererast bikin.
(dm/şx)
ANHA