Ji ber krîza aborî solbendî eleqeyeke zêde dibîne

Solbendî karekî kevnar e ku heta niha didome. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber krîza aborî nikare zêde pêlavên nû bikirin, ji ber wê jî çareyê di temîrkirina pêlavên xwe yên kevn de dibînin. Karê solbendan jî eleqederiyê dibîne û ew jî bi buhayên kêm pêlavên şêniyan temîr dikin.

Solbendî (solbendî) ji pîşeyên kevnar e, hema bêje li hemû welatan hebû û hîna heye.  Tevî ku ev pîşe zêde perayan nagire, lê hîn jî ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe. Ji ber pêşketina pîşesazî, êdî zêde eleqeyeke ji solbendan re nebû.

Piştî daketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar û ferzkirina Qanûna Qeyser, krîzeke aborî li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû. Vê yekê di asteke bilind de bandor li sûkê kir. Êdî gel nikare ji xwe re cil an jî pêlavên nû bikire.  Ji ber vê yekê jî gel berê xwe dide dikanên solbendan.

Li Qamişloyê gelek dikanên solbendan hene, li qorziya bazara bajêr dikana Ciwan Qermûtî heye. Ciwan bi pereyekî kêm pêlavên xelkê yên diryayî çak dike, ji ber vê yekê piraniya xelkên bajêr berê xwe didin dikana wî.

Qermûtî di 15 saliya xwe de li ber destê yekî solbend fêrî solbendiyê bûye û ev 20 sal e vî karî dike. Ji xwe re li sûka Qamişlo dikanek vekiriye.

Ciwan Qermûtî girêdan û hezkirina xwe ji pîşeyê xwe re anî ziman û got: “Ez pir ji karê xwe hez dikim. Ez pêlavan, çenteyên destan, pêlavên çêkerî yên kesên astengdar jî çêdikim. Berî niha min sol bi destê xwe didirûtin. Min ji bo temîrkirinê derziyên taybet, çerm, caw, bizmar û şîrêz bi kar dianî. Lê piştî pêşketina teknîkê min makîneyek kirî û alavên taybet bi pîşeyê anîn. Lê divê dema mirov kar dike, haj xwe hebe ji ber alavên tûj tên bikaranîn.” 

Qermûtî bal kişand ser krîza aborî û wiha pê de çû: “Krîza aborî bandor li kesên xizan kiriye. Lewma nikarin ji xwe re pêlavên nû bikirin. Pêşeyê solbendiyê barê sivîlan sivik kiriye. Ez jî hewl didim ku pêlavek kevin bi 500 heta 1000 lîreyê Sûriyê nû bikim. Ez pir keyfxweş im ku bi pereyekî kêm pêlavên şêniyan çêdikim.”

Welatiyê bi navê Abdullah ku li dikana Ciwan Qernûtî bû, got: “Ji ber pêlav giran in û nikarim ên nû bikirim, hatime dikanê. Solbend pêlava kevn nû dike.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din