Ji ber Koronavîrusê nakokiyên DYA û Çînê zêde dibin

Li Çînê û DYA`yê Koronavîrus (Covid-19) bûye krîz û rayedarekî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku muhteml e vîrusa korona ya nû heta demeke dirêj dewam bike û ne mimkun e dema kontrolkirina wê were diyarkirin.

Li seranerê cîhanê heta niha 4 milyon û 431 hezar kes bi vîrusê ketine, 298 hezar kes pê mirine û milyonek û 662 hezar kes jî baş bûne.

Serokê Beşa Rewşên Awarte ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Michael Ryan duh di civîneke çapemeniyê de parve kir ku muhtemel e Koronavîrus neyê veşartin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hejmara kesên bi vîrusa Covid-19 ketine kêm e, aşlekirin tune ye û heta asta têkoşîna li dijî vîrusê bilind bikin, ew ê bi salan dewam bike."

Zanyareke di WHO`yê Sumeya Swaminathan destnîşan kir ku kontrolkirina vîrusê dibe 4 an 5 salan dirêj bike. Sumeya da zanîn ku xelasiya ji vîrusê peydakirina aşlekirinê ye, lê dîsa jî der barê aktîfbûn û silametiyê de, her wiha hilberîn û awayê belavkirina wê de pirs hene.

Zanîngeha Johns Hopkins diyar kir ku hejmara kesên li DYA’yê bi vîrusê ketine, gihaştiye milyon û 390 hezar kesan û hejmara kesên mirine jî gihaşt 84 hezarî.

DYA Çînê tawanbar dike ku agahiyên der barê vîrusê de vedişêre û WHO`yê jî bi binketina birêvebirina aloziya afatê tawanbar dike. Di demekê de ku vîrusa korona berbelav dibe, DYA behsa cezayên li dijî Çînê dike.

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham û 8 senatorên din projeya qanûnên nû ku destekê dide serok Donald Trump da ku cezayan li dijî Çînê ferz bike, pêşkêşî senatoyê kir.

(eh)


Mijarên Din