Ji ber Koronavîrusê buhayê petrolê daket

Hejmara qurbaniyên vîrusa Covid-19 gihaşt zêdetirî 30 hezar kesî. Hikumetên cîhanê şertên rêwîtiyê ferz kirin, tedbîrên parastina ji vîrusê girtin û îro buhayê petrolê ji 17 salan ve daket asta herî kêm.

AFP’ê ragihand ku piştî borsa daketin û di dawiya vê hefteyê de aloziya Koronavîrusê zêde berbelav bû, îro li bazarên Asyayê buhayê petrolê zêde daket.

Bihayê petrola xav li rojavayê Texas a DYA’yê bi rêjeya ji sedî 5,3 daket ku buhayê bermîlekî 20 dolar e. Di  heman demê de li Deryaya Çakur jî buhayê bermîleke petrola Brent ji sedî 6,5 daket ku ji 2003’yan ve cara yekemîn e, daket 23 dolaran.

Daketina nirxê petrolê bi zêdebûna hejmara qurbaniyên Koronavîrusê re hat ku ji 30 hezarî zêdetir mirin û piraniya wan ji Spanya û Îtalyayê ne, li gel vê yekê hejmara kesên li DYA`yê jî bi vîrusê ketine, zêde bûye.

Li DYA`yê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 140 hezarî û hejmara qurbaniyan jî zêdetirî 2 hezar û 400 e. Ji ber vê yekê serokê Amerîkayê Donald Trump karên xwe yên aborî yên li DYA`yê ne wekî berê dide meşandin û moralê wî şikestiye.

Serokê DYA’yê anî ziman ku heke hikumet têkildarî pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê tedbîran negirin, dê zêdetirî 2 milyon kes bibin qurbanî, ji ber vê yekê sînordarkirina hejmara qurbaniyan di navbera 100 heta 200 hezar kesan de be, normal e.

eh


Mijarên Din