Di hevpeyvînekê de bi rojnameya Politico a Amerîkayê re, Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias got, Almanya dema ku banga Atînayê ya qedexekirina şandina çekan ji bo Tirkiyê nabersivîne, rola xwe ya pêşeng di Yekitiya Ewropayê de bi cih nayîne
Dendias got: "Ez aliyê aborî yê Almanya fam dikim, lê piştrast im ku ew jî ji peydakirina çekên ji bo welatekê ku aştî û aramiyê di welatên Yekitiya Ewropayê de tehdîd dike, ji nakokiya mezin fêm dike. "
Dendias da zanîn ku ew fêm nake ku çima Almanya vê yekê bi xwe fêm nake şûna ku Yewnanistanê mijarê li Berlînê mezin dike û got ev yek nabe bersiva rola Almanya li Ewropayê.
Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê da xuyakirin ku ew bi hêvî ye ku bi rêveberiyê bê ya Amerîkayê re kar bike û got, serokê hilbijartî Joe Biden û Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê yê nû Anthony Blinken rewşa herêmê û pirsgirêkên Yewnanistanê û Tirkiyeyê baş dizanin.
(dm)