Ji ber germahiyê, nexweşxaneya Wetenî zêdetirî 450 nexweş pêşwazî kirine

Ji ber germahiyê nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî vê mehê zêdtirî 450 nexweş pêşwazî kir, ku piraniya wan zarok û xetyar in.

Di rojên dawîn de ji ber bilindbûna pileyên germahiyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gihaşt ji sedî 46 pileyî bandoreke neyînî li şêniyan kir.

Nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî kifş kir ku wan di meha Tebaxê de zêdeyî 350 kes ku ji ber germê nexweş ketine pêşwazî kirine, ku piraniya wan zarok û xetyar in pêşwazî kirine.

Bijîşkê nexweşiyên hundirîn ê li nexweşxaniyê Mihemed Emîn got: "Piraniya nexweşan di dema germbûna zêde, guşt xwarinbûn nexweş ketin."

Emîn bal kişand ser bilindabûna pileya germahiyê ku dibe sedema belavbûna nexweşiyên wekî; ilîhab, mîde, roviyan, nav, dilxelandin û tayê .

Bijîk bal kişand ser ku şênî van rojan li tenduristiya xwe miqatebin û di saetên nîvroj de ji malên xwe dernekevin, her wiha fêkî, zebzeyan zêde bixwin û xwarina guşt kêm bikin.

Mihemd Emîn îmaje bi zêdekirina vexwarina avê û şirûban kir.

Kadirê tenduristiyê Mihemd Emîn bi bîr xist ku"Piraniya nexweşên hatine nexweşxaneyê, ji ber gerhamiyê ye."

(eh)

ANHA


Mijarên Din