Ji ber bombebarana li ser Dirbêsiyê, sivîlek birîndar bû

Di encama bombebarana balafireke bêmirov a biçek li dijî navçeya Dirbêsiyê ku tê texmînkirin girêdayî arêtşa Tirk a dagirker e, sivîlek birîndar bû.

Îro derdora saet 10:00`an sibehê balafireke bêmirov a biçek ku tê texmînkirin  girêdayî artêşa Tirk a dagirker e, cihekî li ser rêya Dirbêsiyê-Hesekê bi 1 km başûrê Dirbêsiyê ye bombebaran kir.

Di encamê de sivîlek ji şêniyên navçeya Amûde birînda bû. Sivîl piştî ku hate dermankirin vegerî mala xwe û rewşa wî niha aram e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din