Ji ber bihatiyê welatî nikarin goştê Qurbanê bikirin

Bi rasthatina cejna Qurbanê re ji ber bihabûna goşt û keybaziya bazirganan, şênî nikarin goştê Qurbanê bikirin.

Bazara Hedadiyê 20 km dikeve bakurê navçeya Şedadê. Ev bazar ji mezintirîn bazarên li herêma başûrê bajarê Hesekê ye. Rojane şêniyên navçeyê pêdiviyên xwe ji vê bazarê dikirin û ji bo firotina kel û pelan, bazirganên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye serdana vê bazarê dikin.

Bi rasthatina cejna Qurbanê re liv û tevgera kirîna pez zêde nebûye. Ji ber bazirgan rewşê bi kar tînin û keybaziyê dikin. Bazirgan îdia dikin ku wan pez beriya daketina dolar kiriye û herêm di nava qedexeyê de ye.

Welatiyê bi navê Mihemed Zahir ê ji gundê El-Tirimbat ê rojavayê bazara Hedîdiyê axivî û got: “Ji bo kirîna qurbanekê hatime bazarê. Buhayê pez ji bazirganekî heta bazirganekî din cuda ye. Ji ber vê yekê jî min tiştek nekirî. Bazirgan buhayên pez bi bilindbûna dolar ve girê didin. Bihabûn nahêle ku welatî heta bi mirîşkekê jî bikirin. Buhayê mirîşkekî bûye deh hezar.”

Bazirganê bi navê Xelef El-Elî yê ji bajarê Deşîşa got: “Beriya çend rojan min bizinek bi 600 hezar lîreyên Sûriyê kirî. Dema min pez anî sûkê, min ferqa buhabûnê dît. Ji ber ku ji nişka ve dolar ketibû. Nirxê pez daketiye biniya nîvî û ev yek rê li pêşiya firotina pez digire. Lewma min pezê xwe vegerand malê û dema nirxê li bazarê baş bibe ez ê careke din bibim bazarê. Madeyên sereke yên jiyanê jî buha bûne. Di vê demê de seriyek pez têra torbekî şekir û kartonek çayê nake.”

 (eh)

ANHA


Mijarên Din