‘Ji ber bêdengiya cîhanê timayên dewleta Tirk zêde dibin‘

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin gefên Erdogan red kirin û destnîşan kirin ku timayên Erdogan li gel bêdengiya cîhanê zêde dibin.

Dewleta Tirk  gefên xwe ji bo êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare kirin. Girêdayî mijarê ajansa me nêrînên şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin girtin.

Şêniyê bi navê Fayiq Mistefa destnîşan kir ku armaca dewleta Tirk ji dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku hegemoniya xwe fireh bike û vîna gelê herêmê bişkîne û wiha domand: "Erdogan avakirina herêma ewle îdia dike. Lê me kirinên wî li herêmên ku dagir kirine mîna Cerablus, Ezaz û Efrînê dîtin."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Ferîde Hiso got, Erdogan ji dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide şêniyên herêmê mîna ku li Efrînê kiriye koçber bike.

Şêniyê bi navê Nazmî Birîm jî tekez kir ku dewleta Tirk ji berê ve û heta roja me ya îro kurdan dike hedef mîna ku çawa Erdogan niha gef li wan dixwe û armacên wî diyar in û wiha pê de çû: "Em dev ji maf, çand, ziman û herêmên xwe bernadin."

Jina bi navê Nizhet Mihemed got: "Timayên dagirkera Tirk ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî dagirkirina Efrînê zêde bûn. Me asta binpêkirinên wê der heqê şêniyên Efrînê de ji kuştin û talankirin dîtin."

Nizhet bêdengiya civaka navdewletî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din