Ji bazirganên Hesekê ji bo alîkariya Koçberan însiyatîfa piştgiriyê

Di çarçoveya qedexeya derketina derve de, hejmarek ji bazirganên sûka sebzeyan ên bajarê Hesekê 600 paketên xwarinê li koçberên li navendên koçberiyê yên bajêr belav kirin, her wiha peyameke ji bazirganên dîtir re şand ku hevkariya wan a alîkariya şêniyên hewcedar bikin.

Bi berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê li tevahî dewletên cîhanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek biryar derxistin jê jî ferzkirina qedexeya derketina derve li tevahî herêman, bi wê re jî piranî dikan û xebatên rojane ji bilî dermanxane û dikanên bazirganiyê yên sebze û pêdiviyên sereke difiroşin, hatin girtin.

Bi ferzkirina qedexeya derketina derve re, piranî şênî di dabînkirina debara rojane ya malbatên xwe de astengiyan dikişînin, bi taybet koçberên li navendên koçberiyê.

Di vî warî de gelek bazirganên sûka sebzeyan a bajarê Hesekê dest bi însiyatîfekê bi Meclisa kantona Hesekê kir ku 600 pakêtên xwarinê belav bikin, dê li 12 navendên koçberiyê yên li bajarê Hesekê bên belavkirin.

Bazirganekî beşdarî vê însiyatîfê bûye bi navê Mehran Nebo wiha got: "Me ev însiyatîf bi mebesta pêşkêşkirina alîkariyan ji şêniyên bajarê Hesekê re digel ferzkirina qedexeya derketina derve kir."

Nebo wiha domand: "Bi alîkariya hin bazirganên li sûka sebzeyan û bi hevkariya bi Meclisa kantona Hesekê re, me karî alîkarî ligel hin kes nikarin biçin ser kar û xebatê pêşkêş bikira."

Mehran Nebo bi dawî kir ku û got divê tevahî bazirgan tev li van însiyatîfan bibin ku bi malbatên hewcedar re alîkar bin.

fr


Mijarên Din