Jerusalem Post: Moşekên Hizbullahê li Lubnanê ne

Rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê raporek weşand ku tê de binkeyên avêtina moşekan û depoyên wan ên ku Hizbullah li Lubnanê bi kar tîne, eşkere kirin.

Rojnameyê rapora xwe spart daxuyaniyên Navenda Lêkolînan a Alma ya Îsraîlê ku navendê îdia kir ku 28 binkeyên avêtina moşekan û depokirina wan ên Hizbullahê li Lubnanê hene. Li gorî navendê ev binke li derdora Beyrûtê û başûrê Bîqaiyê ne. Her wiha Hizbullah dikare bi rêya van dezgehan moşekan biavêje, depo bike û berhema “Fetih 110-M600” a menzîlnavîn bike.

Rojnameyê gotina serokê Navenda Lêkolînan a Almayê Tall Perry bi bîr xist: “Divê cîhan fêm bike û bizane ku ev nuqte li navendên sivîl û bajaran in.  Hizbullah şêniyên Lubnanê wek mertalên zindî bi kar tîne.”

Li gorî agahiyên ku raporê eşkere kirine, Hizbullah xwedî 600 moşekên ji cureya ‘Fetih 600-M600’ e ku menzîla wê digihêje 300 km.

(şx)


Mijarên Din