Sekretêrê Giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg di dawiya Lutkeya, ku li Londonê bi boneya salvegera 70`mîn a damezrandina NATO`yê de hate lidarxistin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Stoltenberg bal kişand ser gelek mijaran, ji wan mijara şerê li dijî terora di nava NATO`yê de.
Di destpêkê de bersiva pirsa têkildarî xistina YPG`ê di nava lîsteya terorê de da û wiha got, di nava NATO`yê û dewleta Tirk de der barê kî teror e, nakokî hene.
Her wiha got, NATO`yê plana xurtkirina têkoşîna li dijî terorê diyar kiriye.
Sekretêrê Giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg wiha bersiva pirsan dewam kir, divê kar û xebat di çarçoveya bandorê li şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê neke.
Tevî gefên dewleta Tirk ên der barê nebeşdariya ji planên parstina NATO`yê li dewletên Baltîkê jî NATO`yê red kir.
(eh)