Jeffrey: Îhtîmala derketina nakokiyên berfireh dûr e

Nûnerê taybet ê DYA‘yê ji bo Sûriyê James Jeffrey ragihand ku welatê wî difikre ku bi agahiyên istixbaratî û amûrên leşkerî desteka artêşa Tirkiyê li Idlibê bike. Jeffrey destnîşan kir dûr  nakokiyek fireh di navbera Washington, Moskova û Enqereyê  de derkeve.

 

James Jeffrey li Enqereyê di hevdîtineke televizyonî de got: "DYA`yê li rêbazên pêşkêşkirina destekê ji Tirkiyê re li Idlibê di çarçoveya NATO`yê de dinêre. A girîng ew e ku agahiyên istixbaratî û amûrên leşkerî bigihêjin leşkerên Tirk."

Nûnerê Amerîkayê got ku heta niha axaftin girêdayî şandina leşkerên Amerîkayê ji herêma  bi nakok re nehatiye kirin.

James Jeffrey anî zian ku ihtîmala rûdana nakokiyek fireh li ser qada Sûriyê bi tevlibûna DYA, Tirkiyê, Rûsya û îsraîlê dûr e û diyar kirin ku "lîstokvanên mezin" naku dewletên navborî di hevgerên xwe de baldar in.

James Jeffrey destnîşan kir ku Washington û Enqere li ser gelek nuqteyan girêdayî Idlibê lihev dikin û destnîşan kir ku ji mafê Tirkiyê ye ewlehî û sînorên xwe biparêze.

James Jeffrey piştî nakokiya li bakurê Sûriyê ku di encama topbarana rejîmê de hejmarek leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û birîndar bûn, serdana Enqereyê kir.

(şx)


Mijarên Din