Jeffrey: DYA, Îsraîl û dewleta Tirk Rûsya li Sûriyê asteng kir û derxistina Îranê ye

James Jeffrey got destwerdana DYA, dewleta Tirk û Îsraîlê li Sûriyê erka Rûsyayê li welêt asteng kir ku hedefa wan li Sûriyê derxistina Îranê ye, ne ku Rûsya ye.

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Sûriyê û nûnerê taybet ê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê James Jeffrey şeva berê civîneke çapemeniyê bi rêya telefonê li dar xist, tê de berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Morgan Ortagos, cîgirê wezîrê karên derve yê Buroya Kar û Barên Ewropa û Euroasyayê Christopher Robinson û beşdar bûn.

Morgan Ortagos di civînê de karên Rûsyayê li Rojhilata Navîn, nexasim li Sûriye û Lîbyayê, bi kirêtiyê bi nav kirin û wiha got: "Rûsya alîkariya rejîma Esed dike ku hebûna wî di desthilatê de bisepîne, her wiha diyalogên cidî bi opozîsyona Sûriyê re di van demên dawîn de red dike. Rûsya bêaramiya li Lîbyayê keysbaz dike da ku berjewendiyên xwe yên leşkerî, aborî û goesiyasî pêk bîne û her wiha li tevahî Amerîka Bakur jî."

Christopher Robinson jî got Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê gotibû Rûsya reftarên nebaş ji 2015’an de li Rojhilata Navîn pêk anîne, ew jî dema bergiriyên xwe li Sûriyê yên piştevaniya rejîma Esed de pêk anîne, çêbûn.

Robinson diyar kir ku di vê dema dawî de, Lîbya bû cihê din ê karên Rûsyayê yên kirêt ên bi hedefa pêkanîna destkeftiyên siyasî û aborî yên teng û wiha domand: “Rûsya hin caran bi aşkera îdia dike ku piştevaniya çareya siyasî dike, lê belê di heman demê de jî beşdarî çalakiyên çewisandina xebata aştiya siyasî û berfirehkirina şer dibe."

James Jeffrey jî wiha got: "Hûn bi piranî bûyerên rojane baş dişopînin. Rûsya di 2015’an de hat ku rejîma Esed ku nefesa xwe ya dawîn dikişand, rizgar bike."

Jeffrey diyar kir ku Rûsya bi lez di pêkanîna hedefa xwe ya yekemîn a bi nûnertiya aramiya rewşê de bi ser ket, di dawiya 2015’an de li ser biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) a 2254’an a girêdayî çareya Sûriyê ku banga çareseriya siyasî, destûra nû û hilbijartinên bi çavdêriya NY’yê dike, erê kir. Jeffrey wiha domand: “2 salan li pey hev Rûsyayê piştevaniya Îranê ya vegerandina rejîma Esed a parçeya mezin ji xaka Sûriyê ji opozîsyonê kir. Ji lew re berjewendiyên wê zêde dibin. Lê Rûsya rastî gelek astengiyan hat, nexasim jî şandina Îranê ya milîsan li Sûriyê bi hedefa gefên li Îsraîlê. Bi wê re jî Îsraîlê parastina ewlehiya li hember vê yekê kir û bû sedema şermê ji Rûsyayê re. Her wiha bi wê re jî erka Rûsyayê ya bi destwerdana DYA, Tirkiye û Îsraîlê re bi sedemên cuda li Sûriyê asteng kirin.”

Jeffrey wiha da zanîn: "Ez bi Pompeo û Morgan re çûm Soçiyê da ku Lavrov û Pûtîn bibînin û me çareyek li ser bingeha pêngav bi pêngav bi hev re danî. Lê belê piştî wê bi demeke kin, Rûsyayê nîşan kir ku li gorî çareya leşkerî tev digere, bi wê re jî hêzên Sûriyê li Idlibê têk birin. Bi wê re jî me dît ku hin nîşane di çapemeniya Rûsyayê de hatin dîtin ku Rûsya di mijara komîteya destûrê de pir nerm e, ji ber ku serkeftina leşkerî di demeke nêz de li Sûriyê bi dest naxe, bi taybet jî aboriya Sûriyê di rewşa têkçûnê de ye.”

Têkildarî vekişîna Îranê ji Sûriyê Jeffrey wiha anî ziman: "Em hin tevgerên Îranê li Sûriyê dibînin û dibînin ku ji herêmên ji aliyê Îsraîlê ve tên derbekirin, vedikişin. Hin milîsên bi piştevaniya Îranê mîna Hizbullahê û hin ji dewletên dîtir vedikişin. Her wiha tu guhartinên der barê stratejiya Îranê li Sûriyê ya bi nûnertiya avakirina dikeya avêtina duyemîn a çekên dûravêj li dijî Îsraîlê û guhartina stratejiya têkildarî ‘Hîlala Şîe’ çênebûn."

NAKOKIYÊN RÛSYA Û ESED

Jeffrey got: “Me ji sedî 80 tawîz dan û Rûsyayê jî ji sedî 20 tawîz dan. Ev yek jî ji aliyê me ve nayê pejirandin heta gelek dewletên bi me re kar dikin jî qebûl nakin.”

Jeffrey diyar kir ku armanca wan derxistina Rûsyayê ji Sûriyê nîn e, ji ber ku Rûsya ji beriya 30 salan ve li Sûriyê ye û wiha pê de çû: “Em texmîn nakin mayîna Rûsyayê li Sûriyê ji bo herêmê û Rûsyayê baş be, lê dîsa jî ev yek ne siyaseta me ye. Di halê hazir de siyaseta me vegera rewşa wekî berî 2011`an, di encamê de ew ê hemû hêzên leşkerî yên ku derbasî herêmê bûne, bikevin anku îranî û milîsên Îran wan bi rê ve dibe, derkevin.”

Têkildarî nakokiyên di navbera Esed û malbata wî de James Jeffrey wiha parve kir: "Nakokiya di navbera serokê Sûriyê Beşar Esed û kurê xalê wî Ramî Mexlûf de girîng e, ji ber ku Mexlûf aboriya Sûriyê serwer dike û heta aboriya fermî jî serwer dike. Mexlûf zêde nêzî Esed e û ji beriya 50 salî ve tehekkumê di Sûriyê de dike.”

James Jeffrey got: “Lîreyê Sûriyê daket û hikumet dema sehrîcên petrolê derbasî Sûriyê dikin, zehmetiyan dikişînin. Her wiha peydakirina nan û madeyên din ji bo bazirganan zehmet e, lewma rejîm rastî zextê tê û muhteml e ev sedema ku dihêle Rûs girîngiyê bidin axaftina me û derb arê çareseriyê ji nû ve bikeve nava bikeve nava dan û standinan.

Der barê rexneyên Rûsyayê ji Esed re Jeffrey wiha got: "Em ne piştrast in ka rexneyên Rûsyayê ji Sûriyê re û ji aliyê kesên nêzî Pûtîn ji Esed re bandorê li şîretên em bi xwe li Esed bikin, an jî alîkariya Rûsyayê di firotina Sûriyê ji hin dewletan re anku mîna dewletên Amerîkaya Latîn, Ewropa û Rojhilata Navîn bike da ku em Sûriyê di nava hêzên navneteweyî de bidin qebûlkirin û bi dehan milyar dolan dabîn bikin û ji nû ve avahiyên Sûriyê bidin avakirin, li gel vê yekê hîn jî em di nava hewldanan de da ku em paşperdeya vê rexneyê nas bikin."

Têkildarî êrişên DAIŞ`ê yên dawîn ji Sûriyê û Iraqê Jeffrey wiha axaftina xwe domand:"DAIŞ`ê zêde kiryarên xwe nedan meşandin, tenê êrişên dawîn ên li Iraqê û bejahiya Sûriyê xurt bû û sedema vê yekê jî ew bû ku artêşa Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ`ê de nexwedan taktîk bûn û rejîm û Rûsya bi rewşa Idlibê ve mijûl bûn.

(fr-eh)


Mijarên Din