Jeffrey derbarê girtina deriyên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hişyarî da

Nûnerê Taybet ê DYA'yê yê Sûriyê James Jeffrey got, divê biryara 1504'an a girêdayî vekirina deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were nû.

Jeffrey di kongreyeke çapemeniyê de ku bi rêya telefonê pêk anîbû diyar kir ku şandeyên ku beşdarî kongreya Brukselê ya girêdayî alîkariya mirovahî ji bo Sûriye bûne, teqez kirin ku pêwîste biryara bi hejmara 1504 were nûkirin. Her wiha got heger ev yek pêk nehat dê kareseteke mirovî çêbibe.

Her wiha diyar kir ku hejmarek beşdarên kongreyê di nav de DYA'yê piştgirî dan bangewaziya nûnerê taybet ê NY'yê ji bo Sûriyê Geir Pederson a agirbestê ya li gorî biryara 2245'an.

Jeffrey got, Washington koma Astanayê wekî aktora pêkanîna aştiyê li Sûriyê nabîne û destnîşan kir ku lihevkirinên agirbestê têk çûn ên ku komê îmze kiribûn ku nehêlên hêzên hikumetê herêmên nû kontrol bike.


Mijarên Din