Jeffery: Washington dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk biparêze

Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffery û koordînatorê têkoşîna li dijî terorê yê wezareta derve Nathan Sills roja Çarşemê  kongreyek çapemeniyê li wezareta derve ya li paytexta Amerîka Washingtonê li dar xist. Kongrê bi mijara nîqaşkirina dosyaya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê li cîhanê û aloziya Sûriyê pê hat.

Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffery û koordînatorê têkoşîna li dijî terorê ya wezareta derve Nathan Sills roja Çarşemê girêdayî pêşketinên dawîn ên dosyaya têkoşîna li dijî çeeteyên DAIŞ`ê li cîhanê û aloziya Sûriyê kongreyek çapemeniyê li dar xist.

Girêdayî herêma ewle Jeffrey wiha bersîv da pirsên rojnamevanan: "Washington dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk  bi parêze ya ku bi hêzên Amerîkî re û koalîsyonê re ji bo tunekirina DAIŞ`ê hevkar bûn. Em hewl didin hevsengiyek di navbea hevkarê xwe ya herî girîng di NATO`yê de Tirkiyê û hevakbendê xwe yê girîng li Sûriyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk  de ya ku ji Kurd û Ereb pêk tê ava bikin."

Girêdayî gotûbêjên Amerîka  bi Tirkiyê re Jeffrey got: "Danûstandinên me bi Tirkiyê nakeve çarçoveya parastina kurdên ku rêjeyek mezin ji gelê Tirk  yan jî qedexekirina her êrîşekê, ji ber ku me ti nîşaneyên êrîşên muhtemel li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nedîtine. Me bi wan re çawaniya avakirina herêma ewle di bin parastina Amerîka û Tirkiyê de ji bo dermankirina metirsiyên Tirkiyê li ser sînor nîqaş kir."

Jefrrey wiha domand: "Tirkan di helwesta xwe de bi israr bûn û pêşniyara Amerîka ya ku ez wê mantiqî dibînim red kirin. Li gorî pêşniyara me rûpîvana herêma ewle dê 4 heya 14 km de be. Tirkan xwest kûrahiya herêmê kûrtir be. Tevî wê jî nakokî li ser mijara ku dê Washington û Tirkiyê bi hev re li herêmê kar bikin. Lê mîna ku me berê destnîşan kiriye ev pêşniyar divê li gorî razîbûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be û ew jî girîng e."


Mijarên Din