Jêdera navên gundên ‘Hemama Mezin’ û ‘Hemama Biçûk’ ên Minbicê

Hemama Mezin û Hemama Biçûk gundên li rojhilatê bajarê Minbicê n e û li ser keviya çemê Firatê 27 km dûrî bajêr in. Ji ber serşokên kibrîtî yên kevn li herêmê, ev nav lê hatin kirin.

Navên gundên Hemama Mezin û Hemama Biçûk li gorî navê serşokên kibrîtî yên kevn li herêmê, hatiye. Dîroka avakirina serşokan digihîje serdema Romayê. Her wiha dema ku Roma di BZ di sala 64’an de di serdema Împaratoriya Bombyo û fermandar Kerakos de derbasî Sûriyê bûye.

Serşok ji bo derman û tedawîkirina nexweşiyên çerm dihatin bikaranîn. Şêniyan ji tevahî bajarên Sûriyê û derveyî Sûriyê da ku tedawî bibin, berê xwe dida serşokan. Diketin ava kibrîtî ku wekî kaniya kibrîtî bû.

Serjimara her du gundan 7 hezar û 950 e. Şêniyên her du gundan ji eşîra Benî El-Isîdê ya li bajarê Minbicê ne. Dabara xwe bi nêçîra masiyan dikirin. Ji ber ku li ser keviyên bendava Firatê dijîn. Li rex wê jî debara xwe bi çandinî û xwedîkirina pez dikirin.

Parçeyekî mezin ji serşokan di 1999’an de noqî ava Bendava Tişrînê bû. Tenê parçeyek biçûk ma. Tevî serşok di gelek serdeman re derbas bû, hê jî heye. Nûnertiya şaristaniyên kevn ên li peravên Firatê dike. Dîwar û zemîna wan serşokan bi tabloyên nexşkirî hatibûn xemilandin.

Pisporê şûnwaran ê Gerînendetiya Şûnwaran a Minbic û Gundewarên Wê Abdulwehab Şêxo got: "Şûnwarên serşokan vedigerin dîroka kevn. Hê jî bermahiyên wê li keviyên bendavê hene. Ew jî antîkayên ji qermît û kevirên kilsî ne."

Şêxo îşaret pê kir ku di xebatên kolan û vekolanê de hin nîşaneyên gorên ku vedigerin serdema Romayê li Sûriyê hatin keşfkirin. Her wiha jî li cihê serşokan, bermahiyên qermît, bilat û hin kevirên kilsî yên li derdora bendavê hene. Ew jî nîşaneya hebûna dîrokeke kevnare ye."

Şêxo li dawiyê tekez kir ku ev cihê şûnwarî di serdema xwe de ji ber ku dikeve cihekî stratejîk ê li ser rêya karwanên bazirganiyê, girîngtirîn bû. Her wiha jî ava wê kibrîtî bû û bûbû cihekî tedawîkirinê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din