Itamilradar: 2 balafirên Tirkiyê gihaştin Lîbyayê

Malpera Îtalyayê ‘Itamilradar’ daxuyand ku 2 balafirên ‘Lockheed C-130E’ ên kargoyê yên dewleta Tirk gihaştin Lîbyayê.

Dewleta Tirk piştgiriya hikumeta Wîfaqê bi rêya şandina çeteyên xwe tevî çekên giran ber bi Lîbyayê ve dewam dike. Li gorî ku tora El-Erebiya Net malpera radarê ya îtalyayê eşkere kir ku 2 balafirên kargoyê yên Hêzên Asmanî yên Tirk  ji Stenbolê ber bi bajarê Mesrata yê Lîbyayê ve çûn.

Malpera taybet a şopandina gerên balafirên şer destnîşan kir ku balafira yekem a dewleta Tirk bi şevê li Lîbyayê daket, lê ya din hîna li ser Deryaya Spî digere.

 


Mijarên Din