Iraq: Em hebûna leşkerî ya Tirkiyê li ser xaka xwe red dikin

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Elî El- Hekîm diyar kir ku ew hebûna leşkerî ya Tirkiyê bi her awayî li ser xaka Iraqê red dikin û wiha got: “Iraq bi hemû rêbazan xebata hewldana bidawîkirinê, dike.”

Li gor ajansa ROJNEWS’ê, wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Elî El-Hekîm, di civîna Meclisa Wezareta Camiya Dewletên Erebî de axivî.

El-Hekîm wiha got: "Bi boneya îmzekirina belgeya ragihandina destûrê û avakirina hikumeta Sûdanê ya nû, em komarê Sûdanê pîroz dikin. Her wiha bang li dewletên erebî, herêmî û civaka navdewletî dikin ku piştevaniya hikumeta Sûdanê ya nû bikin da ku ber bi garantiya ewlehî û aramiya ve biçe."

Wezîr Mihemed Elî El-Hekîm gelek dozên bingehîn ên ku diviyabû werin nîqaşkirin, nîqaş kirin. Di serî de li ser doza Filistînê, rewşên li Sûriyê, Lîbya, Yemen rû didin û doza Îranê û dagirkirina 3 giravên Îmaratê û piştevaniya aştî û geşkirina Sûdanê, nîqaş kir.

Yek ji nuqteyên bingehîn ku El-Hekîm li ser nîqaş kiriye, binpêkirinên Tirkiyê li dijî xaka Iraqê ye.

El-Hekîm wiha anî ziman: "Derbarê hebûna leşkerî ya Tirkiyê li xaka Iraqê, Iraq bi her awayî red dike û xebata li ser bidawîkirina wê bi hemû rêbazan pêk tîne. Iraq amadekariya hevkariya bi Tirkiyê re ji hêla ewlehî ve bi hemû rêbazên ku her du welat li ser li hev dikin, diyar kir."

Di dawiyê El-Hekîm helwesta welatê xwe derbarê danûstandina bi krîz û aloziyên ku tê re derbas dibin de wiha tekez kir: "Li hin dewletên Ereb ên bira, bi taybet Sûriye, Yemen û Lîbya di alozî û krîzan re derbas dibin. Bang li diyalogê di navbera şêniyên heman welatî de, kedên navdewletî û herêmî yên bi armanca pêkanîna aştî, aramî, parastina serwerî û yekitiya xaka dewletên ereb, kir. Her wiha banga vegera koçer û penaberan a welat kir."

(fr)


Mijarên Din