Iraq: Di rojên bê de operasyonên mezin hene

Fermandarê cîhazê têkoşîna dijî terorê yê Iraqê Ebdulwehab El-Saidî eşkere kir ku di 2 rojên derbasbûyî de hin şaneyên girêdayî DAIŞ`ê hatine girtin û destnîşan kir ku di rojên bê de, dê operasyonên mezin bên lidarxistin.

El-Saidî ji ajansa nûçeyan a Iraqê re wiha got: "Cîhazê têkoşîna dijî terorê karê xwe yê îstixbaratê û operasyonên li dijî bermahiyên DAIŞ`ê, dewam dike."

El-Saidî wiha lê zêde kir: "Dê di rojên bê de operasyonên mezin li dijî bermahiyên DAIŞ`ê, bên lidarxistin. Di wê derbarê de bi cîhazê îstixbaratê û wezareta parastinê û polîsan re, hevkarî heye."

(cx)

ANHA


Mijarên Din