Duh dema Fûad Hisên serdana Moskovê kir, got DAIŞ hebûna xwe didomîne.
Wezîrê karên derve yê Iraqê diyar kir ku hikumeta wan agahdar e ku DAIŞ li herêmên Enbar, Kerkûk, Diyala û hin herêmên Nînewayê heye.
Di hefteya derbasbûyî de wezîrê parastinê yê Iraqê Cuma Înad ragihandibû ku hejmareke çeteyên DAIŞ`ê li Bexdayê û bakurê parêzgeha Babilê hene û hejmara wan derdora 2 hezaran e.
(eh)