Iraqê cihê Bexdadî diyar kir

Wezareta Hundirîn a Iraqê cihê serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî diyar kir û Şaneya Siqûr a Îstixbaratê ya Wezareta Hundirîn roja Înê ragihand ku Bexdadî li rojavayê Sûriyê ye û serçeteyên DAIŞ’ê ber bi Tirkiye û bakurê Afrîkayê ve çûn.

Tora Erebiye ragihand ku piştî çend rojan ji tomarkirina dengê Bexdadî, Wezareta Karên Hundirîn a Iraqê cihê serçeteyê DAIŞ`ê diyar kir û Şaneya Siqûr a Îstixbaratê ya Wezareta Hundirîn roja înê ragihand ku Bexdadî li rojavayê Sûriyê ye.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê li ser zimanê serokê Şaneya Siqûr a Îstixbaratê, gerînendeyê giştî yê îstixbaratê û têkoşîna li dijî terorê yê Wezareta Karên Hundirîn Ebû Alî Besrawî got terorîstê bi navê Îbrahîm Awad Samirraî (Ebû Bekir El-Bexdadî) niha li herêmeke rojavayê Sûriyê ye.

Serçete ber bi Tirkiyê ve reviyan

Bi fermana Bexdadî serçeteyên DAIŞ`ê ber bi Tirkiye û bakurê Afrîkayê ve reviyan. Di heman demê de hejmarek ji terorîstan û malbatên wan li Kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Sûriyê ne.

Têkildarî vê yekê Besrawî hişyariya der barê hebûna komên DAIŞ`ê li Idliba Sûriyê kir.

Her wiha kifş kir ku çeteyên biyanî bi şaneyên pratîkî yên ku bi maskên cuda xwe ji nû ve ava dikin, ber bi welatên xwe ve direvin.

Tê zanîn ku Bexdadî hefteya derbasbûyî di dîmenekê de ku saziya Firqan a çapemeniya çeteyên DAIŞ`ê belav kiribû, diyar bûbû û tê de Bexdadî xwest ku jinên li Iraq û Sûriyê girtî ne, werin rizgarkirin û tekez kir ku êrîşên DAIŞ`ê bi awayekî rojane dewam dikin.

Her wiha di nava axaftina xwe de nêrînên xwe der heqê lawaziya hêza çeteyan de anî ziman û hişyariya nûkirina hedefgirtina hêzên ewlekariyê yên Iraqê kir.

(eh)


Mijarên Din