Iraq a ku nîvê hikûmetê ava kir, gelo dê biser bikeve?

Serokwezîrê Iraqê yê erkdarkirî Mustefa El-Kazimî pirsgirêka wergirtina baweriya parlamantoyê derbas kir. Bi vê yekê diyalektîka bi mehan a piştî îstîfaya Adil Ebdulmihdî û vir de bi dawî dibe. Lê gelo zilamê îstîxbatatê anku El-Kazimî dê şansê desteka hundir û derve jî bigire û pirsgêrkên din jî derbas bike?

Hikumeta El- Kazimî, baweriya parlementoyê wergirt û asta nakokiyên kûr ên ji beriya 16 salan ve di navbera partiyên Iraqî de venaşêre.

Zilamê îstîxbarat ê berê Mustefa El-Kazimî berovajî herdu kesên beriya xwe Mihemed Tewfîq Elawî û Ednan El-Zurfî yên ku di avakirina hikûmeta Iraqê de bi bin ketin, karî desteka partiyên Sunî, Kurdî, hejmarek partiyên Şîa, her wiha desteka Erebî û rojava werbigire.

Di civîna parlamantoya Iraqê de, ji 329 cîgiran 255 amade bûn. Ji kabîneya Mistefa Kazimî 15 wezîran êrê kir û 5 wezîran jî red kir. Dengdan li ser wezîrên Petrol û Derve hate paşxistin.

El- Kazimî dê cihê serokatiya Adil Ebdulmihdî bigire ku di destpêka kanûna 2019‘an de ji ber xwepêşandanên gel ê çûyîna wî û banga muhasebekirina tebeqeya siyasî ya bi gendeliyê tawambar in, îstîfa kir.

Hikûmeta nû ya Iraqê ya bi serokatiya mûdîrê îstîxbata berê Mustefa El-Kazimî piştî ku baweriya parlamantoyê wergirt şansê desteka hundir, derve û qebûlkirina herêmî û navdewletî bidest xist.

‘TEVÎ NAKOKIYAN LÊ BERJEWENDIYA GIŞTÎ GIRÊDAYÎ DESTEKA BI EL-KAZIMÎ RE‘

Têkildarî îhtimala serkeftina vê hikumetê, şîrovekarê siyasî yê Iraqî Elaa El-Xetîb ji ANHA‘yê re axivî.

El- Xetîb di destpêka axaftina xwe de got: “Mimkune ku hikumet ji ber asta destekdayînê ya desteka blok û partiyên siyasî serbikeve. Wekî tê zanîn blokên birêz El-Kazimî di parlamantoyê de tunene. Lê berjewendiya hemû blokan di serxistin û desteka pêkanîna kabîneya wî de heye. Ji ber ku welat di reweşeke awarte re derbas dibe û pêwîstî bi karekî awaret heye. Ji bo berjewendiya welat pêwîstî heye ku hin partî tazîmatan bidin. Di rewşeke aborî wiha xirab de ji ber kêmbûna nirxê petrolê, pandemiya li cîhanê belav bûye, her wiha li gel banga xwepêşandêrên li kolan pêwîst e destek bi hikûmetê re were kirin û were serxistin."

‘GELEK ERK JI EL-KAZIMÎ TÊ XWESTIN‘

Elaa El-Xetîb bi domdarî got: "Gelek mîsyon ji hikûmeta birêz El-Kazimî tê xwestin ku pêk bîne. Mîna hilbijartin, qanûna hilbijartinan, qanûna partiyan, girtina kujerên xwepêşandêran, sînordarkirina çekan di destê dewletê de, çareserkirina krîza aborî, çêkirina têkiliyan bi dewletên cîran û cîhanê re ku serdestiya Iraqê mîsoger bibe û dûrxistina siyaseta destwerdana derve. Ev hemû mijar fikrek cidî û danîna projeyên diyarker ji bo reforma rasteqîn pêwîst dikin."

 ‘NAKOKIYÊN LI SER WEZARETÊN DERVE Û PETROLÊ DÊ DIRÊJ NEKIN‘

Derbarê nakokiyên li ser wezaretên derve û petrolê El-Xetîb ev tişt anî ziman: "Madem lihevkirin di navbera blokan de li ser erêkirina kabîneyê hene, texmîn dikim ku ev nakokî wê dirêj neke. Wê nakokiyên mezin çênebin. Nakokî ne li ser eslê wezîran e, yanî nakokî ne ew e ku wezîrê derve Kurd be an ê petrolê Şîa be, an berovajî vê yekê be. Nakokî li ser navan e. Texmîn nakim ku ev nakokî dê rewşa siyasî aloz bike. Ji ber ku Kurd xwedî siyaseteke mezin a nerm in û dikarin aloziyê fam bikin û çareser bikin."

El-Xetîb bal kişand ku dê ev demokrasî hemûyan razî bike û wiha pêde çû: “Mafê her blokekî heye ku deng bide yan nede. Di encamê de blokên ku bi El-Kazimî bawer nebûne dikarin rola xwe di parlamantoyê de bilîzin. Bi vê rolê dikare ku perspektîfên hikûmetê biguhere û ji bo hilbijartinên bê re amade bin. Madem hikûmeta birêz El-Kazimî bawerî wergirtiye texmîn nakim ku karibin tiştekî bikin.

Derbarê dengnedanê jî texmîn dikim ku hin blok ji navê hin wezîran re nerazî ne, ku tê gotin guman li ser wan  hene. Her wiha li ser nêzîkatiyên El-Kazimî bi hin partiyan re îtîraz hene, lê di encam de hemûyan El-Kazimî wekî serokwezîr qebûl kir."

‘ROLA DYA’YÊ BIHÊZTIR BÛ‘

Girêdayî rola herêmî û navdewletî di qebûlkirina hikûmeta El-Kazimî de, El-Xetîb ev tişt diyar kir: "Rola navnetewî di avakirina hikumetê de hebû. Nîşaneyên diyar ji aliyê DYA‘ê ve hebûn, her wiha Îran jî gihişt Bexdayê û bi birêz El-Kazimî re hevdîtin kir û nîrîna Îranê ji bo wî diyar kir. Sefareta Amerîkayê jî nameya piştgiriyê ji serokwezîrê nû re şand."

Şîrovekarê siyasî yê Iraqê Ela El-Xetîb di dawiya axaftina xwe de got: "Bi texmîna min rola Amerîkayê di vê hikûmetê de wê bihêztir be û ji rola Îranê cûda ye. Rola Îranê ji ber rewşa hundir a Îranê gelekî paşket û pêvajoya piştî kuştina Suleymanî ji pêvajoya beriya kuştinê gelekî cûda ye, ev tiştek diyar û eşkere ye."

ANHA


Mijarên Din