IPI‘yê banga serbestberdana rojnamegerên li Tirkiyê kir

Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI)bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Tirkiyê kir 9 rojnamagerên ku binçav kirine, serbest berdin.

Desthildariya hikûmeta AKP‘ê ev çend rojên operasyonên xwe yên binçvakirina welatiyên û rojnamagerên ku çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê zêde kirine. Polîsên hikûmetê 9 rojnamegerên ku çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyên li bajarên Mêrdîn, Wan û Amedê dişopandin binçav kirin.

Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) banga li hikûmeta Tirkiyê kir ku 9 rojnamgerên ku di vê hefteyê de hatine binçavkirin serbest berdin


Mijarên Din