Idlib... di navbera şer û dan û standinan de

Rojnamevanê sûrî û şîrovekarê siyasî Beha El-Ewam ji ajansa me re got “Heta niha vebijêrka dawîn a Tirkiye û Rûsyayê li Sûriyê dixwazin, şer e. Lê di cih de mayîn, bêyî ku tu pêşketin di dan û standinan de çêbe, îhtîmala şer zêdetir dike.”

Di vî şerî de helwesta Amerîkayê ne zelal bû. Berpirsên Amerîkayê rolan bi hev diguherin. Hinekan desteka manewî dida Tirkiyê û hinekan jî name ji Tirkiyê re dişandin ku wê hevalbendiya Rûsyayê hilbijartiye û Amerîka jî nikare rola polîsan li Idlibê bilîze.

Di vê derbarê de rojnamevan Beha El-Ewam, wiha da zanîn: "Amerîka hewl dide Tirkiye li dijî Rûsyayê sor bike û şer di navbera wan de derkeve. Amerîka bi vê yekê hêvî dike ku nêzîkbûna Tirkiye û Rûsya ya salên dawîn, têk bibe. Her wiha xwestekên Amerîkayê yên firehkirina çalakiyên NATO`yê di şerê Sûriyê de hene û bûyerên ku li Idlibê diqewimin, dikare rê li pêşiya vê xwestekê veke."

DAWIYA DIYALOGÊN RÛSYA-TIRKIYÊ ÇI YE?

Tevî ku Tirkiyê gefan dixwe, lê belê deriyek ji bo lihevkirinê vekirî hiştiye. Wekî ku vê yekê ji Rûsyayê dixwaze. Ev yek di hevdîtina du alî ya di navbera Pûtîn û Erdogan de diyar bû ku Rûsya zêde bi kelecan nêz nabe û li ser zimanê Kremlînê jî hate gotin tu hevdîtinên dualî nîn in.

Der barê Idlibê de gelek hevdîtin pêk hatin, lê belê hemû bi bin ketin. Girêdayî wê El-Ewam ev tişt anî ziman: "Rast e, der barê Idlibê de heta niha di diyalogên Rûsya û Tirkyê de, serhişkî serwer e. Lê ez bawer im ku her du alî niha nêzî lihevkirinê ne û da ku ev li hevkirin ya dawî be, amade ne  ku tewîzan bidin ku piştî vê yekê li bakur rojavayê Sûriyê di çend mehên bê anku di çend salên bê de, şer dernekeve.

El-Ewam di berdewama gotina xwe de wiha bi lêv kir: "Bêguman, rojên pêş dê çarenûsî bin.   Dibe ku serokkomarê Tirkiyê û yê Rûsyayê bi navberkariya Ewropayê bigihînin aşîtî û lihevkirinê. Ger şer biqewime dê bandorê li destkefiyên Tirkab û Rûsan li herêmê bike. Ev yek jî dê bandoreke neyîn li hemû aliyên pêwendîdar li tevahî herêmê û li Sûriyê bi taybet bike. Her wiha dê bandorê li Amerîkayê bike ku wekî tê xuyakirin ew destekê dide şer."

Têkildarî bûyerên li Idlibê diqewimin El-Ewam wiha diyar kir: "Her du faktorên ku lihevkirinên Tirkiyê û Rûsyayê xwe dispêrin wan, ew in ku aloziya Sûriyê divê bi şerê leşkerî yê Rûsya bi dawî nebe û divê ne bi derxistina Rûsyayê ji welêt be jî. Di van her du rewşan de jî dibe ku Rûsya bi rêyên navdewletî û hinek kîlometre ji bakurê rêya M4 razî bibe, lê bi şertê ku bajarê Idlibê û bakurê wê di destê Tirkiyê de bimîne heta ku aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî çareser dibe."

(bx)

ANHA


Mijarên Din