Hêzên Yemenê bajarê Şebwa kontrol kir

Hêzên hikumeta Yemenê ragihand ku wan bajarê Atiq û hemû midûriyetên Şebwa yên li başûr û rojhilatê welêt kontrol kirin.

Kanala El-Erebiye diyar kir ku kampên Bilhaf û sêgoşeya Col El-Rêd ên hêzên pispor ên li Şebwa, tev li hêzên hikumeta Yemenê bûn.

Tê zanîn ku hêzên artêşa Yemenê, piştî kampa El-Remda ya hêzên Şebwaniyê li midûriyeta Heban serwer kir, gihaştin destpêka bajarê Azan ê parêzgeha Şebwaniyê.

Tabûra 115’an a artêşê piştî ku alîkarî ser hêzên Meclisa Demkî ya li Adenê qut kirin, bajarê Şeqra yê li parêzgeha Ebîn kontrol kir.

Roja şemiyê hêzên hikumetê ragihand ku wan bajarê Atiq û hemû rêyên pê ve girêdayî kontrol kirine, korîdorên amadekariyan ên ji giliyê Hedremewt dabîn kirine û 3 kampên ku hêzên pisporên Şebwayê lê bi cih dibin, kontrol kirin. Hêzên "Pisporên Şebwaniyê" girêdayî Meclisa Demkî ya li derdora bajarê Atiq in.

Çavkaniyan ji tora El-Erebiye re tekez kir ku li bajarê Atiq, hêzên Artêşa Wetenî li midûriyeta El-Seîd a başûrê Atiq a li ser rêya navbera Ebîn û midûriyeta Heban a li Şebwayê dest bi oparasyonê kirine. Tê zanîn ku ev gav jî piştî ku gelek nuqteyên leşkerî li başûrê Atiqê yên li ser rêya kampa El-Îlim Nuqta kontrol kirin, pêk hat.

(eh)

 


Mijarên Din