Hêzên rêjîmê li Xan Şêxûnê hezar û 100 derbe pêk anîn

Duh hêzên rejîmê di seatên derengiya şevê de ji gundê Medaya yê başûrê Idlibê êrîşeke nû bir ser Xan Şêxûnê û zêdetirî  hezar û 100 derbeyên asmanî û bejahî pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku duh di seatên derengiya şevê de, di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên Tirkiyê de şerekî dijwar rû da. Hêzên rejîmê li gundê El-Rekaye yê rojavayê bajarê Xan Şêxûn hewldana pêşdeçûnê kir. Ji nuqteyên xwe yên li gundê Medaya ku li başûrê bejahiya Idlibê dest pê kir û êrîşên asmanî û bejahî li ser herêmê pêk anîn.

Navenda Çavdêriyê duh bûyer belge kir û got di encama armancên hêzên rejîmê yên li ser eniyên Xan Şêxûn a li rojhilatê başûrê Idlibê, 17 çete hatin kuştin. Her wiha di encama topbaranê de 11 leşkerên rejîmê û li bejahiya Idlibê 17 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Di heman demê de hejmara armancên balafirên rejîmê yên şer û firokeyan li deverên wekî Xan Şêxûn, Rekaya, Hîş, Kefersecnê, Şêx Mistefa, Teraa, Marat Herma, Marşorîn,  rojhilatê Dêr, Hezarîn, El-Temanaa, El-Amiriyê, derdora Telmins ji aliyê başûrê parêzgeha Idlibê û bejahiya bakurê Hemayê Letmanê gihaşt 135 êrîşan.

Di heman demê de balafirên Rûsya li derdora Marat Nûman, Kersaa, Rekaya Secnê, Erînba, derdora Abidîn, Teraay, Temanaa, derdora Kefernebil, Hezarîn, Maraat Herma, bejahiya başûrê Hîş û li çiyayê Kurmancan anku li eniyên Kebanê 50 êrîş pêk anîne. Hêzên rejîmê jî li bakurê bejahiya Hemayê, başûrê Idlibê û Çiyayê Laziqiyê zêdetirî hezar êrîşî pêk anîne.

Hêzên rejîmê hewldana serwerkirina bajarê Xan Şêxûn bi armanca qutkirina eniyên şer û rêya Otostratê ku Helebê û Şamê bi hev ve girê dide, serwer bike, dike. Di heman demê de komên çeteyan, amadekariya rawestandina êrîşên rejîmê yên piştî girêbesta demkurt dest pê kirine, dike û Tirkiyê bi tawana li Idlibê destekê dide terorîstan, tawanbar dike.

(eh)


Mijarên Din