Hêzên rejîma Sûriyê Kefer Nibul kontrol kirin

Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê îro bajarokê Kefer Nibul û du gund li başûrê gundewarê Idlibê kontrol kirin.

Navenda Çavdêr a Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê herêmên din li başûrê gundewarê Idlibê kontrol kirin. Hêzên rejîmê bajarokê Kefer Nibul, gundê Besqela û bajarokê Has li gel topbaranek bejahî û hawayî  kontrol kirin.

Bi vê yekê hêzên rejîma Sûriyê di 48 saetan de 19 gund û bajarok kontrol kirin. herêm ev in: Cibala, Marat Timatir, Sitûh El-Dêr, Barbo, Erîbne, Şêx Damis, Hentûtîn, Rikaya, Til El-Nar, Kefer Secna, Şêx Mistefa, Neqîr, Mar Zîta, Marat Hirme, Um El-Sîr, Marat El-Sîn, Besqala, Has, Kefer Nibul li başûrê gundewarê Idlibê.

(şx)

 


Mijarên Din