Hêzên rejîma Sûriyê gundên ber bi Xan Şîxon ve kontrol kirin

Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê pêş dikevin û gelek gund ber bi bajarê Xan Şîxon ve kontrol kirin.

Çavdêrgeha mafên mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên Rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê êrîşên xwe yên li dijî beşa başûrê gundewarê Idlibê didomîne.

Şerên dijwar  di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyê de li ser xeta Terîî-El-Skîk rojhilatê bajarê Xan Şîxon rû didin. Di saetên dawîn de hêzên rejîma Sûriyê karîn xetên rojava û bakurê rûjavayê bajarê Xan Şîxon kontrol bike, berovajî xeta rojhilatê bajarê Xan Şîxon a ku heta vê kêliyê tê de pêşdikeve.

Li gel şerên li ser bejahî topbaranek dijwar hebûn. Hejmara topbarana balafirên rejîma Sûriyê li ser El-Timanaa, Xan Şîxon, El-Rikiya, Kefersenca, dora El-Amriye, xetên şer ên başûrê Idlibê, Murk û Latmîn bakurê Hemayê gihaşt 51.

Her wiha hejmara bermîlên ku hilîkopterên rejîma Sûriyê li ser herêmên xeta Kibane bakurê gundewarê Lazîqiye, Şêx Mistefa, Xan  Şîxon û dora wê, Terîî, El-Rikeya û xetên şer ên başûrê gundewarê Idlibê berandine gihaşt 42 bermîlan.

Ji aliyekî din ve balafirên şer ên Rûsyayê 30 êrîş li dijî dora Xan Şîxon, El-Timanaa, El-Rikeya, Kefersecna, Tirî û xetên şer li başûrê gundewarê Idlibê pêk anîn.

Hejmara top û moşekên ku hêzên rejîma Sûriyê êrîşî deveran li bakurê gundewarê Hemayê, başûrê Idlibê û çiyayên Lazîq gihaşt 550 topan.

Çavdêrgehê zanî ku hêzên rejîma Sûriyê pêşketinek nû bi dest xist û piştî kontrolkirina gundên Abedîn, Herşeha û herêma Kefertab bi çend saetan, gundên Midaya, El-Mirdem bakur rojavayê Xan Şîxon kontrol kirin. Piştî wê hêzên rejîma Sûriyê niha amadekariyên kontrolkirina gundê El-Rikeya li gel topbaraneke histîrî ji aliyên bejahî û azmanî ve li ser Xan Şîxon, Tirîî û El-Timanaa.

Hêzên rejîma Sûriyê hewl dide bajarê Xan Şîxon ê stratjeîk kontrol bike bi armanca ku bighêje rêya navdewletî yak u Heleb û Şamê ve girê dide.

(şx)

ANHA


Mijarên Din