Hêzên rejîma Sûriyê gundê Xaranîc ê li Dêrazorê topbaran dike

Îşev hêzên rejîma Sûriyê sivîlên gundê Xeranîc ê rojhilatê Dêrazorê bi çekên giran û qilêşan ji aliyê rojavayê çemê Firatê ve hedef girt, her wiha li gorî agahiyên destpêkê 2 sivîl birîndar bûn.

Hêzên rejîma Sûriyê di van kêliyan de sivîlên gundê Xeranîc ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hedef digire. Her wiha hêzên rejîmê ji aliyê rojavayê çemê Firatê ve bi top û qilêş li gund dixe. Di encama hedefgirtina yekser de heta niha 2 sivîl birîndar bûn, navên wan; Mûsa Esed Sultan û Xenam Hiwêş Sultan in. Her wiha birîndar rakirin nexweşxaneya bajarokê Hecînê.

Piştî binketina planên rejîma Sûriyê ya fîtneya di nava eşîreyên li herêmê de bi rêya hedefgirtina şaneyên wê ya şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên li Dêrazorê û hewldana tewanbarkirina QSD’ê, hêzên rejîm sivîl hedef girtin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din