Hêzên Rejîmê êrîşek nû pêk anî û çeteyên Tirkiyê jî bersiv dan

Bi şerê dijwar ê di navbera çeteyên dagirkeriya Tirkiyê û hêzên Rejîma Sûriyê de, ku çeteyan bersiva armanckirina nuqteya Tirkiyê bi topbarana nuqteyên Rejîmê dan, hêzên Rejîmê êrîşên nû birin ser gundên Til Malih û El-Cibeynê ku dikeve bakurrojavayê Hemayê.

Hêzên Rejîmê bi piştgiriya Rûsiya êrîşên nû birin ser gundên Til Milih û El-Cibeynê ku dikeve bakurrojavayê Hemayê. Di heman demê de şerekî dijwar di navbera çeteyên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiyê digirin û hêzên Rejîmê de derket. Hat diyar kirin ku balafirên şer ên Rejîmê li ser eniyan ji zêdetirî 19 êrîşên ezmanî pêk anîye û ev şer derketiye.

Têkildarî mijarê hêzên Rejîmê bi zêdetirî 340 top û moşekan êrîş bire ser herêmên li Til Milih, El-Cibîn, El-Erbiyîn, El-Buweyda û Keferzeyda ku dikeve bejahiya bakur û bakurrojavayê Hemayê de.

Di vê çarçoveyê de çeteyên dagirkeriya Tirkiyê bersiva topbarana nuqteya Tirkiyê dan û li eniyên Qebirida ya li sehilxab bi dehên moşek û topan êrîş birin ser nuqteyên Rejîmê.

Di vê derbarê navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê got şerê dijwar ê di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên Rejîmê de bû sedema ku 5 welatî jiyana xwe jidest bidin û di nav de 3`ê jinên ku dema balafirên şer bajarê Maranûman topbaran kir, jiyana xwe ji dest dane, hene.

(eh)


Mijarên Din