Hêzên rejîmê Meret El-Numan bombebaran dikin

Hêzên rejîma Sûriyê gundewarên rojhilatê Meret El-Numan bi giranî bombebaran dike, di demekê de ku pêla koçberiyê ya sivîlan ji herêmê pêk bîne, lê xuya dike ku hêzên rejîmê pêşketina ber bi Meret El-Numan ve plan dike.

 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê ji duh heta van kêliyan bombebarana li ser girên Kebanê li Cebel El-Ekrad li gundewarên bakurê Laziqiyê dewam dike, piştî ku di êrîşên ser herêmê de bi bin ket.

Komên çete 5 hewldanên dubare yên hêzên rejîmê li tepeyên Kabanê têk birin.

Balafirên Rûsyayê herêmên Temanê, Terî, Mera Hermê û El-Tih li gundewarên başûrê Idlibê û derdora Kebanê li Cebel El-Ekrad bombebaran kirin, her wiha balafirên şer bermîlên teqemeniyê avêtin Hîş, El-Şêx Damis, Sehyan, Rekaya, Merşûrîn, Temanê, Tehtaya, Besîda, Kefersecnê, Circinaz, El-Qedqê, Meret El-Numan , Dêr Şerqî û El-Tehi.

Balafirên şer ên rejîmê jî Temanê Circinaz, El-Qedqê, Merşûrîn, Meret El-Numan , Dêr şerqî û El-Tehi li gundewarên başûr û başûrê rojhilatê Idlibê bombebaran kirin.

Hêzên rejîmê bi dehan top avêtin gundewarên başûrê Idlibê, Sehil El-Xab li gundewarên rojavayê Hemayê û gundewarên Laziqiyê. Her wiha çalakiyên bombebarana asmanî li ser gundewarên rojhilatê Meret El-Numan  bi destpêkirina pêla koçberiyê ya sivîlan ji herêmê pêk tê, lê xuya dike ku hêzên rejîmê ber bi van herêman ve plan dike.

Hêzên rejîmê dikaribû piştî bomebaran û şerê giran bajarê Xan Şêxûn kontrol bike, di encamê de komên çete vekişandina ji herêmên li gundewarên Idlib û Hemayê heta Morik ku nuqteyeke çavdêriyê ya Tirkiyê lê heye, ragihand.

(jo)  


Mijarên Din