Hêzên rejîmê li Helebê niştecihan ji malên wan derdixin

Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku tîmeke girêdayî hêzên rejîmê çend avahiyên li taxa Seyf El-Dewla ku zerar dîtine, ji niştecihên wê vala kirin da ku wan bixin nava avahiyên hatine hilweşandin û nabe kes di wan de bijî. Ev yek hat kirin bêyî ku ji wan re cihekî din were peydakirin.

Piştî bûyera hilweşandina avahiyeke li taxa El-Muadî ya bajêr, hêzên rejîmê çend avahiyên li taxa Seyf El-Dewle ku zerar dîtine, ji niştecihên wê vala kirin da ku wan hilweşînin.

Çavkaniyan ji ajansa me re destnîşan kir ku kesên ku malên wan têne hilweşandin tu cihê ku xwe lê bi cih bikin ji aliyê rejîmê ve ji wan re nayên peydakirin. Heta ku kamp ji wan re nayên avakirin lê belê tenê herî zêde 3 rojan dem didin wan da ku malên xwe vala bikin û berê xwe bidin cihekî din.

Çavkaniyan diyar kir heger di dema ku hatiye diyarkirin de ew avahî nehatin valakirin dê wan bi zorê derxin û malên ku nabe kes di wan de bijî hilweşînin. Bi vê yekê rejîm ji berpirsyariya kuştina niştecihan heger avahî bi ser wan de hilweşe, direve.

Bi vê yekê re buhayê kirêkirina malan li bajarê Helebê zêde bû. Kirêya du odeyan li taxa El-Eşrefiyê gihîşt 25 hezar lîreyên Sûriyê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din