Hêzên rejîmê li gundewarên Hemayê girekî stratejîk kontrol kir

Li gorî nûçeya Sputnikê hêzên Rejîma Sûriyê li gundewarê  bakurî rojavayê Hemayê girê Milih ê stratejîk kontorl kir. Hate ragihandin ku li gundewarên parêzgeha Laziqiyê li beramberî sînorê Tirkiyê şerekî dijwar diqewime.

Li gorî nûçeya Ajansa Sputnikê hêzên Rejîma Sûriyê li gundewarê bakurê rojavayê Hemayê piştî şerekî giran li dijî komên çete girê Milih ê stratejîk kontorl kir.

Ajansê ragihand ku komên çete di serî de Cebhet El-Nusra bi êrîşeke dijwar girê stratejîk  standibû, bi vê yekê karî rêya Miherdê –Seqîlbiya  qut bike. Her wiha diyar kirin ku çeteyan bi desteka leşkerî Tirkiyê ku ji sedan alav, rêjeyek mezin moşekên li dijî mertalan  pêk dihat her wiha zêdeyî hezar çekdarên "Artêşa Niştimanî" ku Tirkiyê ava kiribû dikarî hewldanên berê yên rejîmê yên vegerandina vî girî têk bibe.

Ajansa Sputnikê her wiha ragihandin ku di şerên dijwar ên di navbera hêzên Rejîma Sûriyê û komên çete yên girêdayî "Hizib Îslamî Tirkistanî" ya girêdayê dagirkeriya Tirk de li gundewarên Laziqiyê yê li beramberî sînorê Tirkiyê 12 çete hatin kuştin ku nasnameya piraniya wan Çînî bû.


Mijarên Din