Hêzên rejîmê li gundewarên Helebê êrişî karwanekî artêşa Tirk kir

Hêzên girêdayî rejîmê bi moşekan li herêma Raşîdîn a gundewarên rojavayê Helebê êrişî karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro hêzên girêdayî rejîmê li herêma Raşîdîn a gundewarên rojavayê Helebê, bi moşekan karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk kir hedef.

Di êrişê de agir bi erebeyeke leşkerî ya dewleta Tirk ket. Lê heta niha agahiyên der barê windahiyên mirovî de tune ne.

SOHR`ê duh sêşemê ragihandibû ku kerwanê leşkerî yê dewleta Tirk ku êvara duşemê derbasî erdên Sûriyê bûye, bi zanabûn li depoyên başûrê bajarokê Seraqib ê gundewarên rojhilatê Idlibê bi cih bûye. Tê payîn ku hêzên dewleta Tirk li depoyan nuqteyeke leşkerî ya nû ava bike.

Hin çavkaniyên herêmî da zanîn ku hêzên Tirkiyê hewl didin nuqteyeke nû ku ji beriya çend mehan de dişopand, ava bikin. Nuqteya wan li Meir Hetat ji aliyê hêzên rejîmê ve ketiye dorpêçê.

Piştî vekişîna çeteyên dewletaTirk ji bajarok, hêzên rejîmê bajarokê Maret El-Nûman ê stratejîk bi dest xist. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro bi devkî êrişî Rûsyayê kir û wiha got: "Tiştek bi navê pêvajoya Astanayê nemaye."

cx

ANHA


Mijarên Din