Hêzên rejîmê ji esnafên Qamişlo û Hesekê xeracê distînin

Esnafên li “çargoşeya ewlehiyê” yên Qamişlo û Hesekê diyar kir ku leşker û polîsên rejîma Sûriyê bi zorê xeracê ji wan distînin. 

Di demên dawîn de leşker û polîsên rejîma Sûriyê zext û zordariyê li ser gel û bi taybet jî esnafên çargoşeyên ewlehiyê yên li Qamişlo û Hesekê dikin ku di bin kontrola rejîmê de ne. Li gorî agahiyên ku dikandarên Qamişlo û Hesekê yên li herêma çargoşeya ewlehiyê, leşker û polîsên girêdayî rejîmê zext û zorê li ser gel, esnaf û karmendên wê heremê dimeşînin.

Esnafan diyar kir ku leşker û polîsên rejîmê ji esnafan xeracê distînin û heta niha gelek esnafan ji ber vê yekê dikanên xwe girtine û esnafên ku li wir in jî ji vê rewşê ne razî ne. Li gorî çavkaniyên ku ne xwestin navên wan eşkere bibin M.E.S û F.E.H, kesên ku nerazîbûna xwe nîşan didin, ji aliyê leşker û polîsên rejîmê ve bi derxistina ji wir anku bi qewitandinê têne tehdîtkirin.

Leşker û polîs gel tehdît dikin

Esnafan got leşker û polîsên rejîmê di herêmên çargoşeya ewlehiyê yên li Qamişlo û Hesekê de pergaleke çetewarî afirandiye û gelê li wê herêmê di bin wê pergala xwe de difetisînin.

Esnafan destnîşan kir ku zexta leşker û polîsên rejîmê li ser gel her ku diçe zêdetir dibe û kesên ku nerazîbûna xwe nîşan didin jî bi girtin an jî qewitandina ji wê herêma ku di bin kontrola rejîmê de ye, tehdît dikin.  

Ji bo vê rewşê esnafên M.E.S û F.E.H ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê wan eşkere bibe, berteka xwe anî ziman û ev tişt got: “Em û miletê li herêmê, ji leşker û polîsên rejîmê ne razî ne. Leşker û polîs ji me, ji esnaf û karmendên ku li herêmê kar dikin, bi zorê xeracê distînin û yên ku nadin jî tehdît dikin. Her dema kesek nerazîbûna xwe nîşan dide, leşker û polîsên rejîma Sûriyê wan bi astengkirina çûn û hatina derve, nehiştina meşandina kar tehdît dikin. Rewşa me ne baş e, milet ji leşker û polîsan ne razî ye, zext li ser me tê kirin, leşker û polîs me tehdît dikin. Em nizanin çi bikin? Çend esnafan ji ber vê yekê dikanên xwe girtine. Tên, xeracê distînin û diçin. Esnafên li herêmê, gelek ji wan li ber îflasê ne. Gelê li herêmê di tengasiyê de ye û li rêyeke çareseriyê digere.”


Mijarên Din