Hêzên rejîmê dîsa Temana û derdora Xan Şêxûnê bi dest xistin

Piştî şerê dijwar ê li herêmê, hêzên rejîmê bajarokê Temana û zeviyên li başûrê rojhilatê Xan Şêxûnê dîsa bi dest xistin. 

Nanvenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku piştî hêzên rejîmê bajarokê Temana û zeviyên wê kontrol kirin, êrîş di navbera hêzên rejîmê û komên çeteyan de ku desteka xwe ji Tirkiyê  digirin, li ser eniyên başûrê rojilatê Xan Şêxûnê berdewam in û bajarok ji aliyê başûrê rojhilat ve dorpêç kirin.

Hêzên rejîmê li bakur bi pêş de diçin û dîsa Til Sîdî Alî ku raserî bajarokê Tehtayê û zeviyên Um Celal e, bi dest xistin. Her wiha li bakur û başûrê gund ber bi zeviyên Um Celal ve bi pêş de diçin.

Balafirên şer ên Rûsyayê, topbaran li ser bajarokên başûrê rojhilatê Meret Nûman berdewam dikin û firokeyên şer nêzî 60 derbe û derbeyên asmanî, di nav de 22 êrîşên balafirên rejîmê yên şer pêk anîn.

Ajansa Sana ya rejîma Sûriyê ji çavkaniyên leşkerî ragihand ku hêzên li başûrê bejahiya Idlibê û başûrê rojhilat operasyonên taybet li baregehên terorîstan pêk anîn û li herêmên tê de bi cih dibûn, têk birin û ziyanên madî çêbûn.

Ajansê diyar kir ku heta vê sibehê gelek bajarok, gund, zevî û girên çeteyan li Xuwên El-Kebîr, Til Xebîr, Sekyat, Til Sekyat, El-Temana, Til Tirkî, Til Seyd Alî, Til Seyd Cafer, zeviyê Temana yên rojava û rojhilat dîsa bi dest xistin.

Her wiha wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro got Tirkiye têkildarî êrîşên rejîmê ji nuqteyên Tirkiyê re, bergiriyên pêwîst girtine.

Çavdêr jî dibêjin ku Erdogan di lihevkirina bi Pûtîn re bi bin ket û tenê li parastina nuqteyên xwe digere.

(eh)


Mijarên Din