Hêzên rejîmê çalakiyên xwe li "Herêma bêçek" dîsa ragihandin

Rejîma Sûriyê ji nû ve çalakiyên xwe yên leşkerî yên li dijî komên çeteyan li herêma bêçek a li Idlibê ragihand û daxuya kirin ku "Rejîma Tirkiyê rê dide rêxistinên terorîst ên li Idlibê ku êrîş bikin, lew re em ê çalakiyên xwe dewam bikin."

Hêzên Rejîma Sûriyê beriya vê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe li herêmên bêçek li Idlibê berdewam dike.

Daxuyaniya Hêzên Rejîma Sûriyê ya ku ajansa SANA`yê ya girêdayî rejîmê weşandiye wiha ye;

"Tevî ku artêşa Sûriyê agirbesta li herêmên bêçek li Idlibê di 1`ê Tebaxê de erê kir, komên terorîst ên çekdar ên destekê ji Tirkiyê digirin, aliya xwe ji agirbestê pêk neanîne û êrîşî sivîlan li herêmên derdorê kirin.

Rejîma Tirkiyê rê dide rêxistinên terorîst ên ku li Idlibê ne da ku êrîş bikin. Ev jî isbat dike ku Tirkiyê di rêgeza xwe ya xirabker û paşguhkirina peymana Soçiyê ya girêdayî herêma Idlibê de berdewam e. Ev jî hişt ku terorîstan nuqteyên xwe xurt bikin û xeteriya terorê di nav xaka Sûriyê de belav bibe.

Ji bingeha ku agirbest bi şerta ku Enqere sozên xwe yên ku li Soçiyê dane bîne cih bû û ruxmî hewldanên Komara Sûriyê di vî warî de ev tişt pêk nehat. Ji ber wê artêş û hêzên çekdar dê êrîşên xwe li dijî komên terorîstan navên wan çi dibe bila bibe berdewam bike û dê bersîva êrîşên wan bide. Ev jî li gorî erkên hêzên Sûriyê di parastina gelê Sûriyê de û misogerkirina ewlehiya wê ye."

Serçeteyên Tehrîr El-Şam(El-Nusra berê), vekişîna ji herêmên bêçek li ser daxwaza dost û dijminan di nîşaneyekê de ji Tirkiyê û Rûsyayê re red kir.

(şx)


Mijarên Din

Li herêmên