Hêzên rejîmê bajarokê Zekat ê Hemayê kontrol kir

Hêzên rejîmê bajarokê Zekat ê gundewarên bakurê Hemayê piştî çend seatan ji kontrolkirina bajarokê Erbeyîn kontrol kir. Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê navendan çeteyên Eniya El-Weteniyê li gundewarên Idlibê kirin hedefa xwe, di encamê de navend rûxandin û kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Hêzên rejîmê êrîşên xwe yên bejahî li derdora gundewarên bakurê Hemayê li dijî çeteyên Tirkiyê dewam dikin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku şerekî giran di navbera her du aliyan de bi derbeyên asmanî û bejahî didome.

Navendê destnîşan kir ku hêzên rejîmê bajarokê Zekat ê nêzî Latmanê kontrol kir û hêzên rejîmê çend kîlometreyan dûrî Latmanê ne.

Di şerê şevê din de û heta niha 18 çete ji komên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin û 10 endamên hêzên rejîmê jî hatin kuştin.

Balafirên şer ên rejîmê 35 caran Xan Şêxûn, Medaya, Abdîn û Hebîd li başûrê gundewarên Idlibê û Kefirzîta, Morik, Latmanê û derdora Zekat û gundewarên bakurê Hemayê bombebaran kirin.

Her wiha balafirên Rûsyayê herêmên li çiyayê Erbeyîn, Besîda, Medaya û Raşa yên gundewarê başûrê Idlibê û Kefirzîta ya bakurê Hemayê û derdora Kebanê li çiyayê El-Ekrad 28 caran bombebaran kirin û 26 bermîlên teqemeniyê avêtin Hîş, Kekaya û Neqîr ên başûrê Idlibê û Kefirzîta û Latmanê yên bakurê Hemayê.

Balafirên Rûsyayê li navendeka çeteyan a çavdêriyê da

Li gorî agahiyên ku navendê bi dest xistin, balafirên şer ên Rûsyayê navendeke çeteyên Eniya El-Weteniyê ya Tirkiyê li gundê Raşa li çiyayê Şehşibo li gundewarên Idlibê kir hedefa xwe.

Navendê destnîşan kir ku navenda çeteyan a çavdêriya tevgera balafiran ji balafirgehan û tevgera wê li asmanan e û tekez kir ku di derbeyê de 5 çete hatin kuştin, 4 ji wan ên çavdêriyê ne û çeteyek ji eniya El-Weteniyê ye û gelek birîndar hene ku birînên wan giran in.

879 qurbanî

Ji destpêka aloziya li “herêma bêçek" ji 30`ê Nîsanê ve 879 sivîlan jiyana xwe ji dest da, di nav de 218 zarok in û 161 jin in ku di bombebarana balafirên şer û yên bejahî di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de hatine kuştin.

(jo)


Mijarên Din