Hêzên rejîmê 3 balafirên bêpîlot anîn xwarê

Hêzên rejîma Sûriyê ragihand ku sîstema wan a parastinê 3 êrîşên bi rêya balafirên bêpîlot ku bombe rakiribûn, bê bandor kirin.

Çavkaniyên leşkerî ji ajansa Spûtnîk a Rûsyayê re ragihand ku sîstema parastinê ya asmanî 2 balafirên bêpîlot anîn xwarê û ya sêyemîn jî xistin xwarê û cebilxaneya ku li ser barkirî bû, vekirin û tu zirar çênebû.

Hêzên rejîmê roja sêşemê li asmanê Laziqiyê bersiva êrîşan dabû.

Ajansa Spûtnîkê wê demê ragihand ku sîstema parastinê ya asmanî ya bejahiya bajar, bersiva êrîşên li nêzî baregeha Himêmîm a asmanî ya Rûsyayê da û got sîstema parastinê herî kêm 2 balafirên bêpîlot xistine xwarê.

Hêzên rejîmê gelek bajar, gund û bajarokên bejahiya başûrê Idlibê careke din xistin bin serweriya xwe, di nav de bajarê Xan Şêxûn û çeteyên Tirkiyê li bejahiya bakurê Hemayê xistin çemberê.

Roja şemiyê agirbesta yekalî ku Rûsyayê ragihand, li “herêmên bêçek” kete meriyetê. Lê binpêkirin ji aliyê rejîmê û çeteyan ve ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, dihat kirin.

Komîteya Çavdêriyê Agirbestê ya Hevbeş a Rûsya û Tirkiyê diyar kir ku li herêmê 27 caran binpêkirin ji aliyê komên çete yên girêdayî Tirkiyê ve çêbûne.

Agirbest piştî serdana Erdogan li Rûsyayê pêk hat. Rûsyayê muhlet da Tirkiyê da ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye) û hikumeta Enqaz a girêdayî Cebhet El-Nusra rakin û rêyên M4 û M5 ên navneteweyî werin vekirin.

(kc)


Mijarên Din